Andrey Baklanov: Divê Tirkiye hêzên xwe vekişîne

22-02-2020
RÛDAW
Şêwirmendê Serokatiya Encûmena Federasyona Rûsyayê, Andrey Baklanov
Şêwirmendê Serokatiya Encûmena Federasyona Rûsyayê, Andrey Baklanov
Nîşan Andrey Baklanov Federasyona Rûsyayê Idlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokatiya Encûmena Federasyona Rûsyayê, Andrey Baklanov di derbarê pirsa Idlibê de radigihîne, “Divê Tirkiye vegere pêgaha xwe ya berê û hêzên xwe vekişîne.”

Andrey Baklanov ji Rûdawê re diyar kir, ew ji liv û tevgerên dawî yên Tirkiyê dilgiranin û divê Tirkiyê pabendê rêkeftina Soçî be.

Her wiha dibêje, Suriye mafdare ku xaka xwe biparêze û desthilata xwe vegerîne.

Şêwirmendê Serokatiya Encûmena Federasyona Rûsyayê amaje bi şandina hêz û alavên leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve bo Idlibê, dike û dibêje, “Tirkiye  hejmareke zêde serbaz û teknîkên serbazî şandiye Idlibê.  Lê rêkeftina me ne wisa bû. Me tenê li ser xalên çavdêriyê lihev kiribû.  Ev çi mentiq e wisa? Ma ew dê xalên xwe bi tank û zirxpoşan biparêzin? Ev êdî tiştek din e.”

Andrey Baklanov şandina hêzeke zêde bo Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve dişibîne ‘dagirkirina axa welatekê’. Baklanov dibêje, “Ew dişibe dagirkirina erdê welatekî û vê tiştê jî welatekî wekî Tirkiye ku endamê Neteweyên Yekbûyî ye dike. Em ji Tirkiyeyê dilgiran in û divê herî kêm, Tirkiye vegere pêgeha xwe ya berê û teknîkên xwe yên serbazî vekişîne. Û paşê bi rastî jî, hikumeta Sûriyeyê mafdar e ku hemû erdê xwe vegerîne bin  desthilata xwe û dawiya şerî bîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst