Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got ku eger ew li ser welatê xwe "gefeke hebûnê" bibînin, dibe ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serî li çekên nukleerî bide.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov beşdarî programa Christiane Amanpour a televîzyona CNNê bû û şerê Rûsya û Ukraynayê nirxand.
Peskov li ser pirsa ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê di bin çi şert û mercan de çekên nukleerî yên Rûsyayê bi kar bîne wiha bersiv da “Eger gefeke hebûnî li ser welatê me hebe, ew dikare bibe.”
Herwiha li ser pirsa ku Putin heta niha li Ukraynayê gihîştiye armancên xwe yan na jî Peskov wiha got “Hê jî na. Heta niha negihîştiye negihîştiye armancên xwe.”
Li aliyê din Peskov şerê Ukraynayê weke "operasyoneke leşkerî ya taybet" bi nav kir û dibêje “Operasyona me di çarçoveya plan û armancên ku berê hatibûn diyarkirin pêş ve diçe.”
Peskov li ser pirsa êrîşa Rûsyayê ya li Ukraynayê jî got ku niyeta wê tune ku cîranê xwe dagir bike û destnîşan kir ku welatê wî êrîşî sivîlan nake û got “Armancên sereke yên operasyonê dûrxistina potansiyela leşkerî ya Ukraynayê ye. Ji ber vê yekê jî artêşa me tenê hedefên leşkerî û baregehên leşkerî yên li ser xaka Ukraynayê dike hedef. Ne yên sivîl”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse