Mesrûr Barzanî: Me piştgiriya birêvebiriya Serok Trump bihîst

22-05-2025
RÛDAW
;Mesrûr Barzanî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
;Mesrûr Barzanî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mesrûr Barzanî Washington Amerîka Petrola Herêma Kurdistanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku li Washingtonê wan piştgiriya birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump bihîst.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku li Amerîkayê gelek dostên Kurdan hene.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Washingtona paytexta Amerîkayê di Foruma “Paşeroja Enerjî û Hêzê ya Herêma Kurdistana Îraqê” ya Al-Monitor Global Instituteyê axivî.

Mesrûr Barzanî piştî bi dawîbûna panêlê li ser serdana xwe, civîn û peymanên hatine îmzekirin ji rojnamegeran re axivî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bersiv da pirseke Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ya li ser civîna bi Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê re  û got:

"Civîneke gelekî baş bû, axaftinên gelekî baş hatin kirin, me piştgiriya îdareya Serok Trump bihîst ku ew amade ne ji bo piştgiriya van peymanan û berdewamkirina pêwendiyan di hemû astan de."

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright jî piştî civîna xwe ya bi Mesrûr Barzanî re ji Rûdawê re ragihand: "Civîneke baş bû."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dema panelê jî de dubare kir ku ew bi temamî piştgiriya nêrîn û ajandaya Serok Trump dikin.

Mesrûr Barzanî amaje bi ziyareta xwe ya Washingtonê jî kir û got:

"Em ji bo vê yekê hatine vir ku nîşanî Amerîkayê bidin, em ne tenê di şerê li dijî terorê de bi hêz in lê em dikarin ji bo kêfxweşiya xelkê hevpeymaniyê ava bikin."

Di destpêka serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de 2 peymanên zêdetirî 100 milyar dolarî bi du kompanyayên Amerîkî re hatin îmzekirin.

Peyman ji bo bi pêşxistina kêlgehên gaz û petrolê yên Herêma Kurdistanê ne.

Wezareta Petrolê ya Îraqê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku peymanên Herêma Kurdistanê yên bi kompanyayên Amerîkayê re ne yasayî ne.

Li aliyê din, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî jî bersiv da Wezareta Petrola Îraqê û diyar kir ku peyman nû nînin û li gorî destûrê ne.

Mesrûr Barzanî: Peymanên me bi temamî yasayî ne.

Mesrûr Barzanî li ser pêwendiyê Amerîka û Herêma Kurdistanê jî ji Diyar Kurde re got:

“Li Amerîkayê dostên me gelek in, di nav Kongresê û îdareyê de, ji ber vê yekê hêsan e.

Em xelkê Kurdistanê ku hevpeymanekî rastîn bûn, di şer û dijayetîkirina terorîzmê de bi hev re rawestiyan, me dubare kiriye ku em dikarin bibin hevpeymanekî bi ewle, ji ber vê jî gelekî hêsan e ku em vê baweriyê bidin wan."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser peymanên ku nû hatine îmzekirin jî got:

"Em berpirsiyarê wan biryaran in ku em bi xwe didin. Me biryar da ku em kerta enerjiyê li Herêma Kurdistanê bi pêş bixin ku bêguman encama wê dê ji bo hemû xelkê Îraqê Herêma Kurdistanê be.

Ji ber vê yekê xelkên din çawa difikirin û çawa fam dikin keyfê wan e, girîng ew e ku ev peyman di berjewendiya hemû xelkê Îraqê de ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst