Almanyayê 43 penaxwazên Îraqî dersînor kirin

22-07-2025
RÛDAW
Wêneyê temsîlî /Wêne: Ajans
Wêneyê temsîlî /Wêne: Ajans
Nîşan Almanya Îraqî Dersînorkirin Penaxwaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro sibê Almanyayê hejmarek penaxwazên Îraqî bi rêya balafireke taybet ji bajarê Leipzigê yê li rojhilatê Almanyayê dersînorî Bexdayê kirin.

Lê belê heta niha ne diyar e ku di nav wan penaxwazên hatine dersînorkirin de Kurd hene yan na.

Medyaya Almanyayê ragihand ku îro saet 11ê danê sibê bi dema Almanyayê, balafireke taybet ku 43 penaxwazên Îraqî yên dersînorkirî tê de bûn, ber bi balafirgeha Bexdayê ve bi rê ket.

Wezareta Koçberan a Herêma Thuringenê ya Almanyayê dersînorkirina 43 penaxwazên Îraqî piştrast kir.

Medyayên wî welatî jî diyar kir ku ew 43 penaxwazên hatine dersînorkirin, tawan kirine.

Medyayê amaje bi wê yekê dike ku penaxwaz bi du otobusên mezin ji navenda binçavkirina penaxwazan ber bi balafirgeha Leipzigê hatine veguhestin û efserên polîsan jî bi awayekî takekesî heta çûna wan a nav balafirê li gel wan bûne.

Hikûmeta nû ya Almanyayê ku di meha Gulana îsal de dest bi kar kir, soza tundkirina rêkaran a li hemberî koçber û penaxwazan dabû.

Li gorî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê, par 816 penaxwazên Îraqî hatine dersînorkirin.

Wezareta Navxwe ya Almanyayê diyar kir ku nêzîkî 200 ji wan kesên hatine dersînorkirin, ji bo welatên din ên Yekîtiya Ewropayê hatine şandin, da ku ji welatekî sêyemîn ve daxwazên wan ên penaberiyê bên nirxandin, di demekê de ku 615 ji wan rasterast ji bo Îraqê hatine dersînorkirin.

Di meha Sibata îsal de jî 47 penaxwazên Îraqî ji bajarê Hannoverê yê li bakurê Almanyayê hatibûn dersînorkirin.

Dersînorkirina van penaxwazên Îraqî di demekê de ye ku di roja 18ê vê mehê de, Almanyayê 81 penaxwazên Efxan ji bo wî welatî dersînor kirin.

Her wiha tevahiya wan 81 penaxwazan, wekî penaxwazên Îraqî yên ku hatine dersînorkirin, tawan kirine.

Li gorî rapirsiyeke Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM), di sala 2023yan de ku di nav penaxwazên dersînorkirî û vegeriyayî yên Îraqê de hatiye kirin, nêzîkî ji sedî 50yê beşdarên rapirsiyê, ragihandiye ku dixwazin di demek nêz de careke din ji Îraqê koç bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst