Guterres hişyarî da: Prensîbên Neteweyên Yekbûyî di bin êrişên giran de ne

22-09-2025
RÛDAW
Nîşan Antonio Guterres Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres salvegera damezrandina rêxistinê de hişyariyek da û ragihand ku prensîbên Neteweyên Yekbûyî "ji her demê zêdetir di bin êrişê de ne."

"Aşitî hewldana herî wêrek e"

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî  Antonio Guterres  bi boneya salvegera 80mîn a damezrandina Neteweyên Yekbûyî li Lijneya Giştî axivî.

Antonio Guterres  got, “Aşitî, hewldana herî wêrek, herî pratîkî û herî pêwîst e. Dema wan Neteweyên Yekbûyî damezrand, tiştekî awarte afirandin."

"Krîza ji Xezeyê heta Sûdanê"

Guterres rexneyên tund li rewşa cîhanî ya heyî girt û wiha got:

"Lê belê, di vê kêliya ku em li hev kom bûne de, prensîbên Neteweyên Yekbûyî  ji her demê zêdetir di bin êrişê de ne.

Li Xeze, Ukrayna, Sûdan û derveyî wan, sivîl tên hedefgirtin û yasayên navneteweyî tên binpêkirin."

"Armancên geşepêdanê rastî astengiyan hatin"

Sekreterê Giştî yê NYyê bal kişand ser wê yekê ku ne tenê şer lê her wiha paşveçûna di warê geşepêdana cîhanî de jî gihîştiye asteke metirsîdar.

Guterres destnîşan kir ku pêşketina di "Armancên Geşepêdana Berdewam" de rastî astengiyan hatiye û xizanî û birçîtî zêde bûne.

Guterres tekez kir ku cîhan di demekê de ku bi krîza avhewayê re têdikoşe, ji aliyê din ve ber bi cîhaneke piralî ve diçe û bal kişand ser metirsiyên ku ev rewş bi xwe re tîne.

"Divê em Neteweyên Yekbûyî bihêz bikin"

Guterres amaje bi metirsiyên berberiyê da û pêşniyara xwe ya çareseriyê bi van gotinan anî ziman:

"Ji bo serketina li hemberî van zehmetiyan, divê em ne tenê Neteweyên Yekbûyî  biparêzin lê di heman demê de wê bihêz jî bikin."

Guterres bi bîr xist ku NYyê di ji holê rakirina hinek pirsgirêkên cîhanî de pêşengî ji hinek serkeftinan re kiriye û axaftina xwe bi peyameke tijî hêvî bi dawî kir:

"Yekane rêya bi pêşketinê bihevrebûn e. Werin em bi hev re bi vekirîbûn, wêrekî û baweriyê bilind bibin û soza aştiyê pêk bînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst