Guherîna rûyê Kurdan li Brîtanyayê, ji lehengên şer ber bi tohmetbarên qaçaxçîtiyê ve

22-11-2025
Hêmin Ebdullah
Mêvanên bernameya Diyasporayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mêvanên bernameya Diyasporayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Diyaspora Brîtanya Civaka Kurd
A+ A-

Bernameya vê carê ya Diyasporayê, derbarê wî wêneyê kirêt bû ku beşek ji medyaya Brîtanyayê ji bo Kurdên li wî welatî ava kiriye ku ji qaçaxçîtî, destdirêjî, bazirganiya bi maddeyên hişber û çendîn tawanên din pêk dihat.

Pêşkêşkarê Diyasporê Hêmin Ebdullah bi awayekî eşkere perde ji ser mebesta dîbeytê rakir û bi vê gotinê dest pê kir:

“Eger du salan berî niha behsa Şêx Serbaz Berzincî wekî parêzgarekî Kurd ê serkeftî li Londonê dihate kirin, îsal her kes di bin bandora raporên berfireh ên BBC û medyayên Brîtanyayê de ne ku wêneyê Kurdan wekî aktorê sereke yê tawana rêxistinkirî, qaçaxçîtiya mirovan û destdirêjiyê nîşan dane.”

Pirs ev bû, “Gelo medyaya Brîtanyayê bi qestî Kurd kirine armanc an dûman ji agirekî rastîn bilind bûye?”

Lêkolînerê civakî û mamosteyê zanîngehê Dr. Elî Mihemed Zelmî  bi zimanê hejmar û teoriyên civaknasiyê yek ji mêvanên dîbeytê bû û şiroveyeke hûr ji bo rewşê kir.

Wî ew yek red kir ku plangêriyek ji bo kirêtkirina Kurdan hebe lê wek rastî bi nav kir û got:

“Rewş teqiyaye û ev yek rastî ye. Takekesê Kurd bi 150 salên bêdewletî û jiyana di bin desthilata dagirkeran de, psîkolojiyeke wisa jê re çêkiriye ku dijayetiya desthilat û yasayê wek ‘mêrxasî’ fêm dike.

Ciwanê Kurd dema tê vir, wê hizrê bi xwe re tîne û xapandina hikûmet û sîstemê wek zîrekî dibîne, bêyî ku hay ji wê yekê hebe ku ev tişt li vir ne qehremanî lê tawan e.”

Li aliyê din ê mijarê, Serokê Komeleya Kurdî ya li Brîtanyayê Mihemed Celal Berzincî bi tundî berevanî li wan ciwanên ku dibin nêçîr kir û wêneyekî trajedîk ê jiyana nav otelên penaberan xêz kir.

Mamoste Mihemed Celal Berzincî bi hêrs pirsî, "Kî dikare li Brîtanyayê bi 8 poundan di hefteyekê de bijî?

Sîstema penaberiyê ya Brîtanyayê ciwanan dixe rewşeke wisa ku ne dikarin kar bikin û ne jî pereyên wan hene.

Vê yekê ew kirine nêçîreke hêsan ji bo torên tawankariyê, tor li derveyî otelan li benda wan in da ku bi pereyên bilez wan bikşînin nav tunelên tarî yên qaçaxçîtî û madeyên hişber."

Xatûn Hêro Celal ku perestar û çalakvan e, bi dilekî tijî dabaşa wê êşa ku wekî jineke Kurd dikişîne kir dema ku nûçeyên tawanan dibihîze û got:

"Li dîroka ku me ava kiriye neheqî ye lê divê em li xwe mikur werin ku bûyer rast in."

Wê bal kişand ser xaleke girîng, ew jî ew e ku gelek caran jin jî ji ber nezanîna ziman û yasayê, dibin qurbanî yan jî tev li karê veguhestina madeyên qedexe dibin bêyî ku hay ji metirsiya wê hebin û got:

"Zanîna zimên mertalê yekem e ji bo parastina xwe û malbata xwe."

Ji aliyê xwe ve, parêzer û şêwirmendê yasayî Genco Xefûr behsa "çavbirçîtî" û fişara civakî kir.

Bi baweriya Genco Xefûr pirsgirêk ew e ku ciwanekî nûhatî, dixwaze jiyana kesekî bijî ku 20 sal in li Brîtanyayê ye.

Wî got, "Dixwazin xwe ji beşa yekem hilbiavêjin beşa bîstem, ev jî ne pêkan e heta bi rêyên neyasayî nebe, encama wê jî zindan û jidestdana her tiştî ye."

Genco Xefûr her wiha rexne li wê çandê girt ku hîn jî hinek Kurd li vî welatî xwe wekî mêvan dibînin û hest bi berpirsiyariya xwedîderketina li welêt nakin.

Dr. Elî Zelmî jî wekî encamekê ji bo derketina ji vê krîzê  têrmeke watedar bi kar anî û got, "Divê em kembera xwe vekin."

Mexseda doktor ew bû ku divê Kurd ji wê xeyalê derkevin ku ew tenê ji bo komkirina pereyan hatine û dê vegerin, belkû divê tev li sîstemê bibin, bi awayekî yasayî kar bikin û zarokên xwe bi wî ruhî perwerde bikin.

Ji aliyê xwe ve, Mihemed Berzencî mizgînî da ku lobiya Kurdan bi rêya koma "Kurds for Labour" ku nêzîkî hikûmeta niha ya Brîtanyayê ne, ji bo başkirina sîstema otêlan û spîkirina rûyê Kurdên Brîtanyayê bi rêya çalakiyên medenî û yasayî kar dikin.

Naveroka bi temamî ya vê hefteyê ya Diasporayê wiha bû:

Rûdaw: Êvar baş, ev Diyaspora ye lê diyasporayeke cuda ji hefteyên borî. Sê sal in me kiriye kevneşopî ku em carekê tên Brîtanyayê û dîbeytekê saz dikin, gotûbêjekê li ser rewşa diyasporaya Kurdî li Brîtanyayê dikin. Du sal berê me li Londonê kir, wê demê li Lambethê li navenda Londonê şaredarekî Kurd hebû "Şêx Serbaz Berzencî", em bûn mêvanên wî ligel hejmarek mêvanên din ên birêz, me gotûbêj kir li ser wê yekê ka Kurd li Brîtanyayê bi çi ve mijûl in? Hêza wan li kû derê heye? Wekî ku tê gotin derfetên li pêşiya wan çi ne?

Gotûbêj, gotûbêjeke gelekî erênî bû, gelekî geşbînane bû. Sala piştî wê, lap li vê derê, li Birminghamê, em hatin û me dîbeyta xwe ya duyem li dar xistr. Di dîbeyta duyem de hinekî behsa kil û kêmasiyan hat kirin, hat hewldan ku mêvanên min wê demê zêde dest nedanin ser birînan, belkî em gotûbêjê li ser wê yekê bikin ka Kurd çawa li Brîtanyayê çalaktir bibin? Çawa bikevin nav siyasetê? Çawa di nava civaka Brîtanî de kar bikin? Çawa di nav aborî û karsaziya vê derê de roleke baştir bilîzin û çawa xwe birêxistintir bikin?

Lê di dîbeyta sêyem de ku em îsal saz dikin, dibe ku stîla gengeşeya sêyem ji ya du salên borî cudatir be. Sedema wê jî ew e ku di van demên dawî de li Brîtanyayê, di nav medyaya vê derê û bêguman di nav medyaya cîhanê de jî, wêneyeke seyr a Kurdan derketiye holê.

Wêneyek e ku dibe li Kurdistanê û li vê derê jî Kurdên Brîtanyayê zêde pê kêfxweş nebin; wêneya wê yekê ku Kurd bi firotina cixareyên qaçax mijûl in, Kurd li ser wê yekê tên girtin ku qaçaxçîtiyê dikin, Kurd di nav zindanan de ne, ji ber ku destdirêjî li keçan an jî zarokên di bin 18 saliyê re hatiye kirin.

Wêneyek e ku dibe sedî sed ligel wê wêneya rastîn a ku Kurdên Brîtanyayê heye, zêde li hev neyê, lê pêwîst e dest li ser birînan bê danîn, pêwîst e bê lêkolînkirin ka çima Kurd li Brîtanyayê gihîştine vê derê? Lê paşê jî em bizanibin ka çareserî çi ne? Ez dixwazim bi spasdarî ligel mêvanên xwe yên birêz li ser vê yekê gotûbêjê bikim:

Dr. Elî Mihemed Zelmî li vir e, pirtûkeke wî heye ku li Brîtanyayê û li derveyî Brîtanyayê jî kesên ku bixwazin li ser diyasporaya Kurdî li vir kar bikin divê bikirin û bixwînin. Behsa hesta li malbûn û girêdana Kurdan, xasma Kurdên Başûr li Brîtanyayê dike. Ev vekolîneke zanistî ya hêja ye û online peyda dibe. Îro dê ji me re behs bike ku bi taybetî diyasporaya Kurdî ya xelkê Başûrê Kurdistanê li vir rewşa wan, em rewşên zanistî wiha şîrove bikin, çawa ye.

Xanim Hêro Celal li gel me ye û ew perestar e, li Kurdistanê mamosteya zimanê Kurdî bûye, derçûya yasayê bûye. Hatiye vir û pîşeyeke bi temamî cuda ku perestarî ye, hilbijartiye. Di heman demê de, di nav diyasporaya Kurdî de li vir, nemaze di nav jinan de çalak e. Bi rastî ez dixwazim bizanibim rewşa jinan li vir jî çawa ye?

Kak Genco Xefûr jî li gel me ye, li vir parêzer e, şêwra yasayî li ser penaberan dide. Îsal di rewşa penaberan de li Brîtanyayê guherînên gelekî mezin çêbûn, dibe ku beşek ji wan guherînan bandor li ser wê yekê kiribe ku hin tişt li vir, li Brîtanyayê, biqewimin. Ev ji bo min bi rastî pirsiyar e, ji ber ku min ti lêkolîn nekiriye, dixwazim Kak Genco paşê bersiva me bide.

Her wiha Mamoste Mihemed Celal Berzencî li vir e. Par û pêrar we di nav dîbeytên me de dîtiye. Serokê Komeleya Kurdî li Brîtanyayê ye, çalaktirîn saziya Kurdî ye ku li vir li Brîtanyayê heye. Kar û barê wî ligel berpirsên dewletê ye, di heman demê de kar û barê wî ligel diyasporaya Kurdî li bajarên cuda yên Brîtanyayê ye.

Hûn hemû bi xêr hatin, gelekî gelekî bi xêr hatin. Weke kevneşopiyeke ku bi rastî ez hewl didim di van gotûbêjan de pêbend bim ew e ku xanim "Ladies First", ango divê xanim beriya her kesî biaxivin.

Hêro Xan, van dawiyan di nav medyaya Brîtanyayê de wêneyekî Kurdan hat nîşandan, ez dizanim tu jî pê kêfxweş nebûyî. Karvedan çi bû? Gelo tiştekî çaverêkirî bû ku ev yek di dawiyê de were nîşandan, an li gorî te stemkarî bû û tiştekî ne baş bû ku hatibû belavkirin?

Hêro Celal: Bê guman berî her tiştî ez destxweşiyê li bernameya we dikim Kak Hêmin can. Ez bi beşdariya xwe kêfxweş im. Wekî Kurdekê, wekî keseke ku ez xwe gelekî wekî keseke kurdperwer dibînim, bêguman ji bo Kurdekî gelekî gelekî nexweş e. Çendîn salên dirêj in me ked û hewldaneke xwe li Brîtanyayê daye da ku rêxistineke me hebe, civakeke me hebe, kombûneke me hebe, em serkeftinê bi dest bixin û navekî me hebe.

Bi rastî di vê salê de di medyayê de stemkariyeke mezin li Kurdan hat kirin. Bê guman li pişt wan sedemên zatî jî hebûn. Ez bi xwe gelekî pê dilteng bûm, ji ber ku tu resenî û kesayetiya xwe wekî Kurdekî bibî her cihekî, her cihekî cîhanê, her welatekî cîhanê, tu qet nikarî wê ji dest bidî.

Tiştê yekem dema ez bi Îngilîzî diaxivim, an zarokên min li vî welatî ji dayik bûne ku ez dikarim bêjim Îngilîzî zimanê wan ê yekem e, her çi qasî Kurdî zimanê wan ê dayikê ye lê ew bi Kurdbûna xwe şanaziyê dikin. Yanî çi dibe bila bibe, em çawa bixwazin bila bibe, çi rû bide bila bide, divê zerera herî kêm bigihêje Kurdbûna me, nasnameya me, tiştekî weke çanda me ji aliyê neyînî ve. Bêguman weke Kurdekî, weke ku tu dibêjî, dilê mirov diêşe, mirov pê aciz dibe.

Rûdaw: Lê te dizanîbû ku ew dosya di nav Kurdan de li vir hene, wisa ye?

Hêro Celal: Ew dosya rastî ne, bi rastî peyva rastî yanî heqîqet e, bûyerên rastî ne ku rû dane. Çima heta niha, ev pirseke ku bê kirin, çi dûr be çi nêzîk be, çima heta niha di medyaya civakî ya Kurdî de nehatiye zanîn? Dibe ku ji ber ku Kurd li ser medyaya civakî ya Kurdî nebûne yan jî nehatiye behskirin an jî medyaya civakî bi wî awayî nehatiye bikaranîn. Bê guman sedemên li pişt wê gelekî gelek in. Lê rastî bûn. Dibe ku karek li pişt vê hebe, ez bi xwe weke raya xwe ya şexsî hest dikim, çawa dibêjin, di van salên dawî de hatiye mezinkirin.

Rûdaw: Kak Dr. Elî, yek ji wan tiştên ku min di hefteyên borî de di nav Kurdên Brîtanyayê de bihîst ew e ku dibêjin: Baş e, çima dema Kurdek ser dikeve, medyaya Brîtanyayê û xelk û raya giştî li vir dibêjin, "Ev zilamê Îraqî gelekî serkeftî ye", "Ev zilamê Tirkî gelekî serkeftî ye" lê dema tiştekî xerab tê kirin, bi qestî tên navê Kurdî derdixin pêş? Rêzdar, we jî li vir gelekî serederî li gel medyayê kiriye, we li gel wan kar kiriye, we lêkolînên xwe di nav civaka Brîtanyayê de kirine. Gelo bi rastî tiştekî wisa heye, yanî bi qestî xwestine Kurdan bi wî awayî nîşan bidin?

Doktor Elî Zelmî: Belê, wellehî kek Hêmin can, destpêkê gelekî spas ji bo bernameyê, ez bawer dikim ev derfeteke pir girîng e ku em bikarin li ser civaka Kurdî gengeşe û guftûgoyan bikin ku ez dikarim bêjim herî kêm malek li Kurdistanê nîne ku kurekî wê li vir nebe, kesekî wê li vir nebe. Lewma ev doz bi awayekî gelekî girîng bi Herêma Kurdistana me ve, bi merivên me ve girêdayî ye, ji ber wê axaftina li ser wê gelekî girîng e.

Derbarê pirsa cenabê te, bi rastî ez bawer nakim tiştekî wisa li pişt wê mijarê hebe, em bêjin ku bi taybetî bixwazin Kurdan reş bikin, ez bawer nakim polîtîkayeke wisa di ti medyayan de hebe, çi BBC be, çi ITV be, çi jî Channel 4 be. Berevajî vê, me di doza şerê DAIŞê de dît ku medyaya Brîtanî gelekî baş behsa Kurdan kiriye, behsa wê yekê kiriye ku Kurd qehreman in, Kurd pêşengên azadiyê ne li Rojhilata Navîn ku li dijî DAIŞê şer kirine.

Em hemû şahidê wan tiştan in û me tiştên wisa dîtine. Ji ber wê ez bawer nakim ew be, bi baweriya min ji bo ku em bikarin bêjin dûmana êgir heye, dibêjin ti agir bê dûman nabe, divê em tiliya xwe deynin ser birînan û divê bi rastî em bi awayekî eşkere, weke te jî di destpêkê de behs kir û ez bi wê yekê gelekî kêfxweş bûm, em êdî eşkere behsa wê bikin. Ji ber wê êdî dema wê ye bi rastî, lewra mesele weke ku Îngilîz dibêjin "expose" bûye, mesele belav bûye, eşkere bûye, êdî nabe em her veşêrin. Ji ber wê bi raya min, divê em vê bernameyê bikin derfetek û bikin nêrînek da ku em bikarin nêrînên xwe pêşkêş bikin.

Rûdaw: Çima ev tişt wiha ye? Madem ku tu wisa dibêjî, em ji cenabê te dest pê bikin, tiliya xwe deynin ser birînê û nîşan bidin çima em gihîştin vê derê? Çima di medyaya Brîtanyayê de wisa lê hat ku bi berfirehî behsa Kurdan bê kirin ku qaşo bi qaçaxçîtiyê û karên xerab radibin?

Dr. Elî Zelmî: Eger destûra min hebe ez dixwazim piçekê biçim ser aliyê dîrokî û teorîk û behsa wê bikim lê berî wê dixwazim ji bo temaşevanên hêja zelal bikim ên ku li me guhdarî dikin çi li nav Kurdistanê çi li diyasporayê, divê zelal be ku tenê ev rapora BBCyê nîne, herî kêm sê sal in ez bi xwe û hemû ew birêzên ku li vir in jî agahdar in, di Radyoya Four a Brîtanyayê de çar pênc raporên wan ên dûr û dirêj hebûn, şeş hefteyan rapor li ser qaçaxçîtiya Kurdan!

Şeş hefteyan her sibe 45 deqeyan xelkê guhdarî dikir, ew radyo sibehê bernameyeke wan heye jê re dibêjin “Today”, herî kêm 4,6 milyon kes li wê bernameya Today guhdarî dike, ew radyo ew qasî berfireh e. Her roj 45 deqe ji bo şeş hefteyan, li wir behsa Kurdan, qaçaxçîtiya Kurdan dihate kirin. Wê demê ew kesê bi navê “Dûpişk” hatibû girtin, wê salê komek kar qewimîbûn, ew hebû. Her wiha Panorameyek din jî hebû dîsa li ser pirsa Kurdan, yanî mebesta min ew e ku li medyaya civakî bisekine ka çi tê dîtin û çi tê bihîstin ku wate ev ne tenê tiştekî wekî kivarkê ji nişka ve pengiziye, mixabin pêşîneyeke wê heye. Weke ku bêjî, tawanên rêxistinkirî di nav Kurdan de gelekî zêde ne.

Weke cenabê te kerem kir karê wan zêde bûye, belê gelekî gelekî zêde bûye. Weke min got, dibe ku data û zanyariyên me kêmtir bin ji ber ku yek ji pirsgirêkên civaka Kurdî ew e ku em weke Îraqî, Sûriyeyî, Tirk û Îranî hatine van welatan, ne weke Kurd. Ji ber wê, her datayek an amarekê ku tu bixwazî bi awayekî hûrbîn li ser Kurdan derxî, hinekî zehmet e.

Her lêkolîner dema ku tê ser komkirina datayan, pirsgirêka wî ya sereke ev e. Lê ez dixwazim bibêjim ku mixabin bandên qaçaxçîtiya mirovan, bandên qaçaxçîtiya derman, bandên firotina cigareyên qaçax û tiştên wiha di nava Kurdan de zêde bûne û hejmareke pir mezin a Kurdan niha li ser curbecur tawanên cuda li zindanên Brîtanyayê girtî ne. Kekê min, paşxaneya min a akademîk civaknasî ye, ez tika dikim bila ji bo herkesî zelal be ku em nehatine vir daku em Kurdan reş bikin, ev ne karê me ye, berevajî, min hemû jiyana xwe daniye ser wê yekê ku wêneyekî ciwan ê Kurdan nîşan bidim.

Rûdaw: Ji bo ku em wekî birêzê te got, vê bêjin beşa yekem a bernameya me li ser kil û kêmasiyan e, beşa duyem em ê derbasî çareseriyê bibin, destxweş be.

Dr. Elî Zelmî: Pir baş e, êdî ez dikarim hinekî rihettir biaxivim daku xelk têbigihêje. Bi baweriya min ev tawankariya ku di nav takekesê Kurd de yê ku tê vir zêde bûye, wek min got min ji bîr kiribû ku paşxaneya min civaknasî ye. Baweriya min ew e ku tawan ne taybetî ti neteweyekê ye. Dibe ku tu Ereb bî û tawankar bî, dibe ku tu Amerîkî bî û tawankar bî, dibe ku tu Îngilîz bî û tawankar bî, dibe ku tu Kurd bî û tawankar bî. Ji ber vê yekê, ji vî alî ve em hemû hevnêrîn in ku tawan ne milkê Kurdan e û ne jî nasnameya Kurdan e. Ti carî tiştekî wisa nîne, Kurd rojekê cihê camêriyê bûye, camêriya Kurdan hebûye. Niha ev yek jêderketin e, mixabin tawan jêderketin e. Loma bi nêrîna min, eger tu destûrê bidî ez ê vegerînim ser çend xalan; çima Kurd li vir, di vê qonaxê de bi van karan ve alûde bûne?

Yekem, min ew kiriye du beş. Beşek jê em dikarin bêjin sedemên derve ne, beşek sedemên navxweyî ne, beşek jî pêwendiya wî bi wê yekê ve heye ku jê re dibêjin “Host Country” yanî ew welatê ku em hembêz kirine, şaşîtiya wan jî tê de heye, ne tenê şaşîtiya me ye. Ew dê ku ya derve ye, bi baweriya min ji ber ku em Kurd herî kêm 150 sal in, herî kêm eger tu zêdetir biçî ew dê zêdetir be, 150 sal in em Kurd bêdewlet bûne, nasnameyeke me ya yekgirtî ya diyarkirî nebûye. Em bêdewlet bûne, her tim vê bêdewletiya me wer kiriye ku reftareke me ya bertekdar, reftareke me ya dij-desthilatdar hebe. Ev yek çûye nav xwîna me, mixabin, mixabin rastiyek e.

Her tim ji bo me Kurdan mêranî di wê yekê de bûye ku em dijî dewletê bin, dijî desthilatê bin, dijî sîstemê bin. Ji ber ku em bi sedan salan li gel welatê Îranê, li gel welatê Îraqê, li gel welatê Tirkiyeyê hatine perwerdekirin. Ev bêdewletî ye, em bêdewlet in. Ev xaleke bingehîn e ku reftara me diyar kiriye. Loma dema ku tu têyî vir, tu tiştên jêderketî dikî û bi mêranî dizanî! Min bi xwe di nav civaka Kurdî de bihîstiye ku dema di civatê de rûniştiye, wek mêranî dîtiye ku xap li hikûmetê kiriye, “benefit” wergirtiye û wek mêranî dîtiye, xap li hikûmetê kiriye û qaçaxçîtî kiriye wek mêranî dîtiye. Ango her reftareke jêderketina ji yasayan wek mêranî hatiye dîtin. Ev yek pir kûr e, divê ez tenê... lê ez bawer im bila xwendevan ji zîrekiya xwe têbigihêje.

Rûdaw: Me got bêdewletî, mêranî bi wê yekê ye ku tu sûcan bikî? Brîtanya çi xirabî kiriye?

Dr. Elî Zelmî: Ev xala derve bû, xala navxweyî jî ew e ku em Kurd bi xwe xwedî nêrîneke, ku Îngilîz jê re dibêjin cîhanbîniyeke me ya xirab ji bo Ewropayê heye, dema ku em ji wir li vir dinêrin, yekser vir weke welatekî bêserûber dibînin, li gorî nefsa xwe bi jinê re, bi rêz ji bo xwişka min, jin li wir bi serbestî ye û tu li gorî hewesa xwe dikî, pereyan ji amûrekê derdixî, destê xwe davêjî her tiştî, vê nêrîna şaş wiha kiriye, weke Îngilîz dibêjin "feed" kiriye, handana ciwanan kiriye ku bê lêpirsîn werin vir, bi lez êrişî jinê bikin, rûbirûyî sûcê destdirêjiya seksî bibin, rûbirûyî komkirina pereyan a bilez bibin, rûbirûyî sûcê ku em bêjin komkirina pereyan bi rêyên nerewa bibin, ji ber vê yekê ev sedemeke din a navxweyî ye ku kiriye ew nêrîna me ya şaş di rastiyê de bo Ewropayê, ji wir bi vê nêrînê tên, ev cureyekî din heye, ew e ku di wê zanistê de ku me xwendiye, zanista civaknasiyê û bi taybetî lêkolînên Diyasporayê, tiştek heye dibêje: Herdem diyaspora te "expose" dike, yanî te eşkere dike, derdixe holê, bo nimûne ez ciwanek li Kurdistanê bavê wî li wir e, dayika wî li wir e, xalê wî li wir e, xizmên wî li wir in, bi awayekî ji ber şermê tiştek heye, lê dema tê vir ew tişt namîne, loma bi hêsanî dest û piyên vî kesî vedibin, qaşo dest û piyên wî vedibin, ji ber ku li vir merivên wî nînin çavdêriya wî bikin yan hay jê hebin, gelo zilam bi otomobîlê li zarokekê xist an jî rûbirûyî pirsgirêkê dibe, ji ber vê yekê ev jî dîsa rewşeke navxweyî ye, ya vir jî li gorî Brîtanyayê bi xwe, çima ez par ji bo Wezareta Navxwe hatim vexwendin û li wir wezîr lê nebû lê hemû cîgirên wezîran lê bûn, min semînarek ji wan re da li ser wê yekê çima ev tişta ku niha em ketine nav pirsgirêkên wê, çima ev Kurd tên vir û ev pirsgirêk jî hene? Min li wir behsa wê yekê kir, niha jî her behs dikim:

Sîstema penaberiyê ya Brîtanyayê sîstemeke xirab e, têkçûyî ye, çelexwarî ye, li vir ew bi xwe gelo bi qestî ye ez nizanim, yan jî bi planekê ye ez nizanim, lê ez dizanim li gorî Almanyayê, li gorî Holendayê, ji ber ku hevalekî min li Kolnê heye, em axivîne, ez agahdar im, min serdan kiriye.

Li gorî wê sîstema vir sîstemeke xirab e ji wê hêlê ve ku tu têyî vir û rê û cihekî taybet ji te re danayne, bi sîstemekê di wê tunelê re naçî ku te perwerde bike ji wê serê ku tu weke keresteyekî xav tê avêtin, ku ez zilamî nas dikim wê roja gihiştiye Brîtanyayê, êvarê kar kiriye, wê roja gihiştiye benderê, sibehê kar kiriye. Belê ez nabêjim karkirin xirab e, lê eger tu bêyî vir bê ziman, bê şarezayiya yasayî, bê komek pêşîneyên girîng di jiyanê de, ji ber ku ev jiyaneke din e, tu bê van pêşekiyan yekser bikevî nav kar, tu dê bikevî nav şaşiyan.

Rûdaw: Kak Genco, tişta ku em niha ji Kak Doktor dibihîsin, civaknas wek ku dibêje lêkolînên dûr û dirêj li ser diyasporaya Kurdî kiriye. Min got pirtûk nivîsandiye û tiştên ku ew dibêje şokdar in lê me hemiyan ji binî ve hinekî dizanî ku ev tişt heye, ne wisa? Hûn li vir dijîn, em hemî kesûkarên me li vir in, ji Kurdistanê ve dihat zanîn, dizanim divê hûn nepeniya wan kesên li cem xwe biparêzin, lê gelo ev tişta ku Kak Doktor behs dike, bi vê berfirehiyê li cem we xuya bûye?

Genco Xefûr: Bê guman, tişta ku Doktor behsa wê dike, nexasim ew kesên ku nû tên vî welatî ti zanyarî û hişyariyên wan a yasayî nîne, bi taybetî ji wê nêrînê ve ku ew wisa dizanin ev welatên Ewropî. Em zêdetir behsa jinan bikin, ji ber ku ew tawanên ku derheqê jinan de tên kirin bi rastî gelekî zêde ne. Ew wisa dizanin ku dema hatin vir ji aliyê cilûbergan ve jin hinekî cuda ne li gorî çanda me, wisa dizanin ku bi wan cilan dikarin bo nimûne şîroveyan li ser wan bikin an pey wan bikevin an jî destdirêjiya seksî li wan bikin.

Piraniya wan kesên ku ez wan dibihîsim, ez niha karê penaberan dikim, berê min karê tawanan dikir lê niha jî xelk ji bo mijarên tawanan pêwendiyê pê dike, behsa wan kesan tê kirin ku bi rastî çend sal in hatine, yanî nagihîje sê salan, piraniya wan kesên ku bi taybetî di mijarên destdirêjiya seksî de ne ti hişyariyên wan nîne, nizanin ku tu li Kurdistanê dibe ku destdirêjiyekê ji aliyê exlaqî ve behs nakim lê ji aliyê yasayî ve dibe ku ewqas tawan nebe ku tu li pey jinekê bikevî, lê li vir eger tu li pey bikevî "harassment" e, tawan e, yan jî ji aliyê çavbirçîtiyê ve bi rastî gelekî zêde ye, yan jî piraniya wê çavlêkirin e.

Dema dizanin hevalekî wan li Kurdistanê di demeke kurt de pereyeke zêde bi dest xistiye û gelek milk û mal kiriye, êdî ew guh nade ku ev riya ku ew pê peyda dike û ew pere jê bi dest dixe riyeke neyasayî ye, di encamê de eger hemû pereyê te neyê standin jî çend sal zindan li benda te ye.

Rûdaw: Belê, tiştê ku te dît behsa BBCyê bû, ji ber ku wê bi rastî xelk gelek êşand. Min di destpêkê de ji Hêro Xanê jî pirsî, tu li bendê bûyî rojekê ji rojan ev dawî were gotin?

Genco Xefûr: Belkî ji BBCyê li bendê nebûya, lê belkî ji kanalên wek National Geographic û wan te li bendê bûya, yanî ji “National Crime Agency” û vîdeoyeke bi wî awayî derkeve.

Rûdaw: Ma ne şaşiya wê yekê ye ku me gelek mucamele kir? Wek ku kak Doktor got, me gelekî xwest em veşêrin, li Kurdistanê em fêr bûne ku divê em şaşiyên derdora xwe veşêrin, çanda me wisa ye. Mînak, ew kesê ku alîkariya pêkanîna yasayê dike, li cem me kesekî “caş” e! Li ser wan kesên ku alîkariya BBCyê kirin jî wisa hat gotin, hat gotin ku ev caş in. Ma tu hest nakî ku ev yek jî hebû heta ku hûn gihiştin vir?

Genco Xefûr: Ya nexweş ew bû ku Kurdekî ev yek “ekspoz” kir, yanî nîşanî xelkê da. Ew e ku belkî ji aliyê neteweyî ve hinekî nerehet be, eger na Kurdekî eşkere kiribe yan jî Îngilîzekî eşkere kiribe, kar hatiye kirin, karê neyasayî hatiye kirin. Dibe ku gilî ne li ser wê yekê be ku çawa eşkere bûye lê divê gilî li ser wê yekê be ku çima dikî?

Yanî tu dizanî pirsgirêka me ew e ku em xwe li vî welatî wek mêvan dibînin. Ez xelkê nas dikim bîst sal in li vir e û hîn dibêje “ew”, hîn dibêje “welatê wan”. Lê li vir xwedî nasnameya Brîtanî ye, zarokên wî li vir mezin bûne, diçe zanîngehê û xwendina xwe kuta kiriye, lê hîn jî xwe wekî mêvan dibîne.

Pirsgirêk ev e, yanî dema tu xwe wek xwediyê malê bibînî tu ji berpirsyariyê hez dikî ku karê paqij bikî, xwe neavêjî karên nebaş û qaçax û pakêtan û nizanim çi. Dibe ku ji bo demeke kurt hesabê te yê bankê zêde bike, lê di encamê de tu nikarî bi wî pereyî tiştekî bikî, nikarî xaniyekî bikirî, nikarî bixî kar. Bi rastî xelk heye belkî bi sed hezaran paûndan di mala xwe de hene, nikare xaniyekî bigire, nikare bi kirê bigire ne ku bikire.

Rûdaw: Birêz Mamosta Mihemed, ez têm ba we, me du salan mucamele kir, ne wisa? Me salên borî du gengeşe kirin, tişta ku em niha dibihîzin, Hêro Xanê ji tişta ku niha dibîne nîgeran e. Kak Doktor pir bi başî û bi zanistî ji me re behs kir ku kil û kêmasiyên me li kû ne, me çawa heta niha ew veşartine, heta ku gihiştiye vir. Tişta ku Genco got ji bo min tiştekî balkêş bû, ew jî ew e ku tu hest pê nakî ku ev der mala te ya duyemîn e. Ev mal, rast e Kurdistan welatê me ye lê Kurdên diyasporayê li vir mala te ya duyemîn in. Li vir ku tawan zêde bibe, zarokê te jî dikeve ber gefa tawanan. Min li ser Swêdê kar kir, çeteyên tawankariyê yên wê derê, min gelek dê û bavên Kurd nas kirin ku dixwest zarokên xwe ji Swêdê birevînin û biçin li welatekî din ê Ewropayê bijîn, ji ber tawankarên Kurd ên wê derê ku rûbirûyî wan dibin. Duh, li vir yek ji xwediyê karsaziyên biçûk ên Kurdan gilî dikir, li cem min gilî dikir û digot: “Kurd li vir li hemberî hev pir xirab in. Bawer bike mêr hene pakêtên qaçax hene, cixareyên qaçax hene, hevalên wî diçin û ji wî didizin, ji ber ku dizanin ev newêre şikayetê bike, yan jî li cem ti kesî.” Ew qaçaxa ku heye, li gor wî ne şaş e lê tişta ku hevalên wî dikin karekî xirab e. Kêmasî ne ew e ku em ji we re bêjin, ji ber ku wek min got, du salan me mucameke kir, me behsa aliyên baş kir, gelo ev kêmasiya saziyên Kurdî yên li vir e ku ev tişt wiha belav dibe yan tiştek e ku li gorî te ji vê berfirehtir e?

Mihemed Celal Berzencî: Ez bi awayekî din li vî cureyê karî dinêrim. Eger em binihêrin, Îngilîzan bi xwe gotineke wan a xweş heye, dibêjin “Don’t judge a book by its cover” (Li gorî bergê wê li pirtûkê nenihêre). Beriya her tiştî ev pirtûk ne rastî ye, ne naveroka pirtûkê ye, ev tenê rûpelekî wê yê derve ye ku BBC nîşanî cenabê te daye. Wek te di beşa yekem de kerem kir, em li rûpela derve dinêrin.

Ez jî bi gotina cenabê te re me, em li rûpela derve dinêrin. Bi rastî çend pirsgirêkên me hene. Yek ji wan pirsgirêkan, wek ku mamostayên birêz û doktor jî behs kir, ew kesê ku ji Kurdistanê tê, tişta ku di mêjiyê wî de ye ew e ku were vî welatî û zû dewlemend bibe, zû bigihîje armanca xwe û zû vegere. Bi wê pozan bavêje, xweşiyekê pê bibîne li Kurdistanê. Ev tiştekî pir baş e, em hemû ji vê hez dikin lê bi awayekî yasayî. Bo nimûne, divê tu beşa jiyana xwe ji beşa yekem dest pê bikî.

Nabe tu xwe bi kesekî re bidî ber hev ku bîst beş derbas kirine û bîst sal e li vî welatî ye. Tu dixwazî ji yekê biçî bîstê. Bi çi diçî? Bêguman bi wan rêyên neyasayî diçî. Berê jî bi van rêyên neyasayî, eger çete jî hebûna, neteweyên din bi kar dianîn. Kurdên me bi xwe jî eger bi vî cureyê karî re mijûl bûna jî li cem birêzan jî diyar e ku neteweyên din bi kar dianîn. Mixabin, wek ku parêzerê birêz got, di sê salên dawî de berê xwe dane Kurdên nûhatî. Lewma pereyekî baş dixistin ber destê wan, berê xwe dan wan.

Me kes hebûn polîs telefonî min kiriye, wek ji Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê, dibêje, “Genc hene di nav otêlan de şeş meh e li vir e 72 hezar Paund pê hatiye girtin!” Ango, daxwaz kiriye ku te bibîne, yanî mirov hest bi şermezariyê dike dema guhê wî li bûyereke wiha dibe. Dema ez diçim û ligel wan rûdinim û em diaxivin, ez dibêjim: Em neteweyeke baş in, em revendeke baş in, belê baş in jî. Eger em berawird bikin, ev civaka me ya Kurdî jî wek hemû civakên din ên li nav Brîtanyayê, ji kil û kêmasiyan ne bêpar e, yên wan jî hene.

Lê belê gotina cenabê te temam e, em çima ketin ber çavan? Ji ber çi? Ji ber ku di van sê salên dawî de, mixabin ew kesên nû yên ku hatine, ji aliyê çeteyan ve, ew çeteyên ku van cor karên neyasayî dikin, çi cixare be, çi madeyên hişber be, çi vexwarinên alkolî be, çi bazirganiya bi mirovan be, bi her corekî ji van, çûn ew kes ji nav otêlan derxistin. Werin mînak, te li cihekî zehmet bû kar bikira. De were di wê tunela tarî re ku cenabê doktor behs kir, were rojane 150 sterlîn didin te, were vî karî ji min re bike, li pişt dikana min vî karî ji min re bike. Ji ber wê, li pişt dikanan û li pişt depoyan, bi rastî ji destpêkê ve navê Kurdan pîs bû. Ev e ya ku kiriye em niha bi vî awayî di BBC de bên binavkirin.

Lewma em dixwazin... rast e, ew rastiyeke tal e ku bi rastî jî rewşên wiha hebûne lê li gorî xweşî û başiyên Kurdan kêm in. Lê em dixwazin wê yekê bibêjin ku em ji dê û bavên hêja yên li Kurdistanê rica dikin, daxwaza min ji wan heye, bila ew zextê li kur û keçên xwe nekin ku li vî welatî bikevin nav karên wiha. Yanî, bila jê bipirsin tu bi çi awayî kar dikî? Li vî welatî nasnameya xwe ya olî û neteweyî biparêze, paşê jê bipirse te çiqas pere peyda kiriye yan çawa peyda kiriye. Çiqas peydakirin zehmet e, lê belê çawa peyda dike, ew girîngtir e. Ji bo me, bi rastî ev ezmûneke tal e.

Rûdaw: Tiştê ku heye, yên li wir li ber çav nagirin ku ew kesê li vir jî divê bijî û jiyaneke wî hebe, divê heft rojan kar bike ji bo ku pereyan ji we re bişîne.

Mihemed Celal Berzincî: Rast e, xalek li Brîtanyayê heye, gazina min ji wan jî heye, bi nivîsa fermî jî me di şeş mehên borî de pêşkêşî parlamentoya Brîtanyayê kiriye. Bi rastî ev tişta ku heye, çaverêkirî bû. Me nivîseke fermî pêşkêşî wan kiriye û gotiye ji kerema xwe rewşa penaberên nûhatî yên li nav otêlan çareser bikin. Kak Hêmin, li vî welatî kes bi 8 pawendan heftane najî, kes bi 10 pawendan najî. Ango tu rê didî ku ew were nav vî welatî, were nav welatê te, wî di otêlekê de bi cih dikî, mafê karpêdanê nadîyê û heftane 8 pawendan didîyê! Eger kesek cixarekêş be, ew 8 pawend têra pakêteke wî ya rojekê nake.

Her wiha eger biçe xwaringehekê nikare du şîşên kebabê pê bixwe, nikare çakêtekî pê bikire, ango nikare pêdiviyên xwe bi 8, 10 û 15 pawendan dabîn bike. Bi rastî ev yek dibe çi? Wî dike nêçîreke hêsan, nêçîreke hêsan ji bo bandan. Ji ber vê yekê gazina me ji wan heye, di nameya xwe de jî me daxwaz ji hikûmetê kiriye. Daxwaza me ew bûye ku kar li ser kesên wan birêzên ku li otêlan in bi lez were kirin daku lê bê pirsîn. Eger ew bi xwe jî dibêjin ku zexteke mezin li ser wan heye, bila bijardeya duyem hilbijêrin: Derfetên kar ji wan re peyda bikin yan jî karta kar bidin wan daku karibin kar bikin. Hem zexta li ser wan kêm dibe û hem jî mixabin bi rastî navûdengê me bi vî awayî ji ber wan bandên ku wan bi kar tînin, reş nabe.

Doktor Elî Zelmî: Gelekî baş e eger ez li ser heman xalê bimînim, bibore, ez dizanim sîstema bernameyê têk naçe lê pêwendiya wê bi kar heye. Par li Wezareta Navxwe ez bi wezîr re, ango ne wezîr bi xwe, wezîrê çavdêrê penaberan re axivîm. Min got, hûn niha dizanin ku 170 hezar penaber hene û li otêlan li benda bersivê ne, weke ku cenabê te got. Min got, we ji aliyekî din ve pêşniyarek kiriye û nêta we heye di bernameyekê de 45 hezar karkerî ji Hindistanê yan ji cihekî din bînin vir. Hûn ji vê re dibêjin çi? Dê ji we re şilîk û tûyan berhev bikin! De ka çima van xelkên ku li vir in naynin? Wî jî got, tu rast dibêjî.

Rûdaw: Di beşa duyem a Diyasporaya vê heftiyê de, em dê li ser wê yekê rawestin ka çawa ew rewşa ku niha diyaspora Kurdî li Brîtanyayê tê de ye, ku ketiye bin ronahiyekê, ronahiyek lê ketiye ku nîşan dide li vir di nava diyaspora Kurdî de gelek kêşe hene, bi taybetî di nava medyaya Brîtanî de, ev yek çawa bê guhertin? Ew mêvanên birêz, ez bi spasdarî mêvanê wan im lê di vê bernameyê de ew mêvanên min in, hemû jî kesên serkeftî û çalak in di nava civaka Brîtanî de; mamosteyê zanîngehê, perestar, karsaz, kesên yasayî û beşdar di NGOyan ango rêxistinên civaka sivîl ên vir de. Dibe ku ji wan baştir kes nizane pêwîst e çi bê kirin da ku Kurdên Brîtanyayê bi giştî bikevin ser rêya rast. Kak Doktor, ez vegerim cem cenabê te, te behsa pirsgirêkên me gelekî bi eşkereyî kir, ne wisa? Li hinek cihan dema tu diaxivî, min hest dikir ku dema te tiliya xwe datanî ser birînê, ez diêşiyam, ji ber ku me hemûyan xizm û kesên me li vir in, weke te bi xwe got bi taybetî yên Başûr. Ez bi xwe du-sê birayên min li vir in, xizmên min ên din gelekî zêde li vir in. Dema behsa Kurdên Brîtanyayê tê kirin, behsa me ye, em behsa xwe dikin, ne wisa? Em çi bikin ku tiştê ji rê derketiye vegere ser rêya rast?

Dr. Elî Zelmî: Rast e, ev ew e ku Îngilîz jê re dibêjin "pirsa yek milyonî". Ew bi xwe milyon e, ew qasî li ser vê pirsê hatiye axaftin, divê niha bibêjim milyarî ye. Welehî Kak Hêmin can, bi rastî ez bawer nakim kesek hebe ku weke bi sêhrê bêje wiha tê kirin û çareser dibe, ez bawer nakim. Mixabin, ez bi taybetî, min diyar kir ku paşxaneya min akademîk e, em hinekî bi reşbînî li tiştan dinêrin.

Lê ez hewl didim herdem di jiyana xwe de herdem nîvê dagirtî yê perdaqê bibînim, ne nîvê vala. berdaqeke avê nîvê wê tije ye, herdem nîvê wê yê dagirtî bibînim, ne yê vala. Ji ber wê ez dizanim li gel van hemû kêşe û astengiyan, kesên wek Kak Mihemed û yên din jî hene. Hin kes hene ku çendîn endamên me yên parlamentoyê (MP) li vî welatî hene, li Skotlendayê hene lê wek mînak li Londonê endamên me yên şaredariyê hene, wek te bi xwe got.

Her wiha li bajarên din jî xelkên me yên baş û doktorên baş hene. Ez şeş-heft doktorên baş nas dikim ku li vî welatî xizmetê dikin. Yanî ev nayê wê wateyê ku me perdeyeke reş daye ser her tiştî, na. Lê weke cenabê te jî kerem kirî, eger em nikaribin destê xwe deynin ser birînan, em nikarin wan çareser jî bikin. Tu nexweşî nayê dermankirin eger neyê destnîşankirin, ji ber ku eger tu ji ber xwe ve dermanan bidî, zirarê digihînî. De ka doktor ji me re çareseriyekê bibîne, dîsan çareserî û pirsgirêk li aliyekî ne.

Ji ber wê pirsgirêkeke me di nav civaka Kurdî de heye, ew jî pirsgirêka tiştê ku jê re dibêjin pêkhate ye. Pêkhateyeke me ya aloz heye. Ji ber ku tu dibêjî Kurd û nasnameya Kurd hinekî, nasnameya me ji destpêkê ve, ji ezel ve aloz e, ne sûcê me ye. Em bo nimûne, dema tên vir, em wek Îraqî hatine û min behs kir, wek Tirkiyeyî hatine, wek Sûriyeyî hatine, wek Îranî hatine, vêca em li vir ji çar welatan kom bûne, ne wekî diyasporaya Tirk, wekî diyasporaya Filistînî, wekî diyasporaya her cihekî din e.

Niha Amazig jî wekî me bêdewlet in, lê ew tenê Amazig in û bes. Pirsgirêka me ew e ku nasnameya me aloz e, pêkhateya me pêkhateyeke aloz û curbecur e. Divê em berî her tiştî karibin xalekê bibînin û li dora wê kom bibin. Gelo ew xal çi ye? Ol e? Ez nizanim. Netewe ye? Ez nizanim. Mirovahî ye? Ez nizanim. Lê divê xalek hebe ku em hemû li ser kom bibin, bêyî ku em li paşxaneya xwe ya olî, îdeolojîk, neteweyî yan jî partîzanî binerin, li ser wê hemfikir bin.

Di dirêjahiya van 25 salên ku ez li vî welatî dijîm de, ev pirsgirêka min a serekî bûye. Ango bifikire, mixabin ez wisa dibêjim, li wî bajarê ez lê me Badînî hebûn, me Newroz pîroz dikir, me aheng û tiştên wisa yên Newrozê çêdikirin, rê nedidan em Badîniyan vexwînin! Min bi xwe bi zor ew anîbûn. Ma em ne hemû Kurd in? Ev pirsgirêk heta wê radeyê ye, ew pirsgirêka jihevqutbûnê di nava me de heye, heta wê radeyê ku Hewramiyek, Badîniyek, Kurmancek ê din wekî Kurd nabîne, ev wî wekî Kurd nabîne.

Mixabin divê em hîn bibin ku em xalekê bibînin û hemû li dora wê kom bibin. Eger me hevbeşiyek dîtibe, niha ez bo nimûne, em hemû di gelek koman de ne, mesela di medyaya civakî de di gelek grûpan de ne. Ez li grûpên welatên din dinêrim ku dema mijar dibe doza neteweyî, dozeke girîng a pêwendîdarî hemûyan, hemû dibin yek. Ev tişt li cem me nîne.

Yek ji pirsgirêkên nasnameya Kurd ev e ku em hemû li ser tiştekî hemfikir bibin. Dema ev tişt me bike yek, wê demê em dikarin têgihiştinê çêbikin. Lê Ranyeyî hesabê ji Silêmaniyê re neke û Silêmanî hesabê ji Hewlêrê re neke, Hewlêrî tev li Hewramî nebe, Hewramî Soranî wekî Kurd nebîne, Soranî wî wekî Kurd nebîne, vê yekê kiriye ku di nava diyasporayê bi xwe de, tu bi xwe civak î, di nava wê de jî, gotinek heye me li ser xwendiye û kar kiriye, ew jî ev e, dibêje ez bawer im gotina rehmetî Emîr Hesenpûr e: “Ew dabeşbûna ku li wî welatî heye, li vir jî mixabin ew dabeşbûn ji nû ve çêbûye.” Li vir jî her kes diçe aliyê xwe.

Rûdaw: Divê li ser asta Kurdekî li Brîtanyayê dijî çi bike? Heke hûn bi Kurdî ji me re bêjin.

Doktor Elî Zelmî: Tişta herî girîng ew e ku dema em tên vî welatî qayîşa xwe vekin. Heta niha Kurdên me li vî welatî qayîşa xwe venakin. Divê em qayîşa xwe vekin û divê em têbigihîjin ku te nifşên xwe li vir mezin kirine. Ji ber wê divê em hîn bibin ku li vî welatî qayîşa xwe vekin û ligel vî welatî bibin yek (entegre bibin). Divê tu li vir bijî û êdî bes e. Rojekê me hemûyan alîkariya xizmên xwe yên li wir dikir, lê spas ji bo Xwedê rewşa Kurdistanê baş e.

Rûdaw: Doktor, ezmûna Kurdên Bakur heye ku ji salên 60î ve hatine Almanyayê, li ser wê yekê bûn ku vegerin. Bi niyaz bûn vegerin. Bifikire zêdetirî nîv sedsalê ye li wir in.

Doktor Elî Zelmî: Belê, pir rast e. Ji bo ku em nekevin nav pirsgirêkan, tenê pêwîst e em wan tiştan biguherînin. Divê em, yekem, hîn bibin ku xaleke me ya hevbeş di navbera me de hebe. Duyem, divê em hîn bibin ku qayîşa xwe vekin ku êdî jiyan li vir e. Jiyana te li vir e. Êdî pêwîst nake ku tu bifikirî ku pere kom bikî, bi her awayî be jî pere kom bikî da ku biçî li wir bijî.

Mamo, tu li vir dijî, zarokên te li vir in. Divê em hîn bibin ku qayîşa xwe vekin ku em êdî li vir dijîn. Ev xaleke din e ku gelekî girîng e. Ew jî ew e ku her takekesekî Kurd ê ku em bêjin li vir dijî, pirsgirêka wî ya sereke, wek min got, bi yên din ve girêdayî ye. Ew jî mijara ziman û yasa ye. Bo nimûne, ez têm mala cenabê te, em bi nimûneyên pratîk biaxivin. Ez têm mala te, êdî li ser milê min e ku tu çi pêlavan ji min re datînî, ez ê li ku derê nan bixwim, li ku derê razêm, çawa bikim.

Mamo, vî welatî komek yasa, rêzik û sîstemên xwe hene. Karê te ye ku tu li gor gotina xwediyê malê bikî. Xwediyê malê ji te re bêje çi bike. Nabe bi heman çand û bi heman yasayên we be. Pirsgirêk ev e. Wexta xwe Guardianê raporek belav kiribû, nivîsîbû "Home to Home" (Ji malê ber bi malê). Mixabin piraniya Kurdên me ji malê ber bi malê ne. Hatiye vir, niha jî her demsal birincê dixwe. Ew dizane ku eger tiştekî cuda be dê dinya xira bibe. Belê dinya xira dibe. Ji ber vê yekê tu li vir mêvan î. Divê tu li gor gotina xwediyê malê bikî.

Li gorî yasayên xwediyê malê. Ez dizanim, ez ciwanan nas dikim, ciwanên xwendewar li vî welatî rabûne dikanên xwe firotine, dikan! Dikanek firotiye kesekî din, dikanek ku bihayê wê 130 hezar Paund bûye, dikan firotiye bi “toqeyekê”! Bi toqeyekê di demekê de ku min dokument derxistiye, min dokument li wê British Library dîtine, min dokument derxistiye ku jê re dibêjin qewale, bi Hewramî jê re dibêjin “qewalekan”, qewale tê de ye ku qewale ya 2625 sal berî niha ye, ew qewale behsa wê yekê dike ku zilamekî Hewramî rez firotiye, rez ango bexçe, rez firotiye zilamekî din, li wê derê hatiye nivîsandin qewale, baş e çima divê em niha jî bi toqeyekê dikanekê bifiroşin? Lewma ev karesat e.

Rûdaw: Hêro Xan, bi taybetî di nava jinan de, ez naxwazim em vegerin ser kil û kêmasiyan, te tiştek jî got di nav gotinên xwe de ku ez hez nakim em behsa tiştên neyînî bikin û ev tiştekî baş e ku jinên me erênî bin, xanimên me erênî bin da ku mêr jî erênî bimînin, ne wisa ye ku mêr zêdetir dikevin nava wê cîhana tundûtûj a heyî lê ji min re behs kirin ku jina Kurd li vir hatiye girtin, Kokain pê re hatiye girtin ku ji bajarekî biriye bajarekî din, gotin gelek caran jin li vir hêsantir rastî pirsgirêkan tên, tên xapandin, rastî pirsgirêkan tên, divê ji bo jinên me li vir çi bê kirin ku ez dizanim gelek ji wan çalak in, bo nimûne min dîtiye di van çend rojan de min dîtiye jina Kurd li vir bo mînak parêzeriyê dike û gelek karsaz hene, wek cenabê te bo nimûne perestar, em çi bikin da ku jinên me ji tiştekî dûr bikevin ku bi rastî jî dizanin dê ji bo wan bibe karesat, ji tawanan û ji karên neyasayî dûr bikevin?

Hêro Celal: Bê guman bi giştî çi mêr û çi jin, em bi taybetî behsa xaniman dikin lê bi giştî her kesê ku li her welatekî bijî, ziman bizanibe, bi yasayên welêt re, bi taybetî yasaya tawanan re aşina be, qet berê xwe nade tawankirinê. Ez bi xwe wek ezmûneke xwe ya zindî lê mixabin Brîtanya gelek caran mixabin ji bo karê jinan, ji bo çûna derve ya jinan, ji bo fêrbûna ziman qet ne alîkar e. Dema em hatin, ez bi xwe 20 sal in li vî welatî me, wê demê xwendin bêpere bû, bê beramber bû. Lê jinên niha vîzeya wan, vîzeya 10 salan tînin, dibe ku hevjînê wê ew şiyana madî nebe, pereyê wî hebe ku biçe li ser hesabê xwe bixwîne, ji ber ku aboriya Brîtanyayê ketiye rewşeke gelekî giran.

Ev jî em dikarin bibêjin giraniyeke gelekî zêde ye ji bo jinê. Ev ji aliyê ziman ve, ji aliyê yasayê ve, nemaze yasaya tawanan. Ez bi xwe niha wek her ezmûneke xwe ya zindî, ku niha di warê ku tê de kar dikim de, li nexweşxaneyê polîs û yasayan dizanim, gelekî gelekî zehmet e, gelekî gelekî bi zehmet e ku ez berê xwe bidim tiştekî ku hinekî polîs tê de nebe. Ango, divê xwe rewşenbîr bikin, ji mal derkevin, ku ew jî zehmeta wê yekê heye ka dê kê çavdêriya zarokan bike. Yanî derfet kêm in, ji ber ku meriv nînin, xwişk, dê çavdêriya zarokan bikin ev tişt.

Yanî naxwazim zêde li ser biaxivim lê zêdetir pêwendiya wê bi yasaya sîstema Brîtanyayê ve heye. Li gorî sîstema Brîtanyayê, dayînxane û ew cihên ku zarokan lê dihêlin ji bo jinên me gelekî giranbuha ne. Gelekî zehmet e ku bikeve ser pêyên xwe. Yasa û sîstema Brîtanyayê ne alîkar in. Min bi qasî şerekî şer kiriye, bi qasî şervanekî şer kiriye heta ku min kariye, yanî gelekî gelekî zehmet e. Lê ligel wê zehmetiyê jî em dikarin bibêjin mumkin e. Yanî ne ew e ku em bibêjin ne pêkan e. Dikare, divê yekem ziman fêr bibe. Ew hedîsa Pêxember e (Silavên Xwedê lê bin) “Men elleme lîsane qewmîn emîne şerrehum” – her kesê zimanê neteweyeke din bizanibe dê ji şerê wan dûr bibe, dê emîn bibe. Yekem zimanê wan bizanî. Îngilîzî bi xwe, ez zêde li welatên Ewropayê negeriyame ji ber kar, zarok, zehmetî û rewşa jiyanê, lê hest dikim welatên din ji bo ziman zêdetir hêsankariyan dikin.

Lê gelekî gelekî pê kêfxweş dibin ku tu bi zimanê wan biaxivî, ez nizanim welatên din, cenabê te li Almanyayê ye, eger wisa bin, gelek pê kêfxweş dibin ku tu bi zimanê wan diaxivî. Hest dikin ku tu êdî kesek î û dibêjin 'kerem ke bo nav malbata me', bo nav wê malbata ku bi zimanê wan diaxive, êdî ji hest û pirsgirêkên te têdigihîjin. Ev yekem, ziman e, û agahdarbûna ji yasayan. Lê ez gelek gelek geşbîn im ji bo paşeroja me, bi cidî ne wek bernameyeke televîzyonê, lê di rastiyê de. Ji ber ku heta niha ez li ser medyaya civakî me, jineke li ser medyaya civakî me û bi civaka Kurdî re di nav têkiliyan de me, gelek rêxistinan hene, bo nimûne ez li gorî şiyana xwe hewl didim beşdar bibim.

Di van du sê salên dawî de parêzerên me derketine ser medyaya civakî, me agahdar dikin, behsa yasayan dikin, bi taybetî behsa yasaya tawanan dikin, wek ku bibêjin 'vêya neke'. Bo nimûne, ez naxwazim zêde dirêj bikim, zarokek heye tu jê re dibêjî eger tu îro, bi Kurdiya me 'homework' jê re dibêjin çi, eger tu îro karê xwe nekî, ez te nabim derve. Ango divê ew kes bizanibe eger wî tiştî neke, ew tişt bi dest nakeve yan jî cezayekî wê heye, encamekî wê heye, êdî wî tiştî nake.

Eger Kurdê me li vî welatî, ez piştrast im bi saya parêzeran, kesên wek Kak Genco, Kak Hawjîn, hemû ewên ku li ser medyaya civakî ne û tiştên rast û durist belav dikin, hest nakim ku navê wan yek bi yek, belkî ez nizanim, eger yek bi yek bizanin li pişt tawanan çi yasa hene, ez piştrast im ku ew tawanê qet nakin.

Rûdaw: Bila em behsa tiştekî baş jî bikin, li gelek cihan ev tecrûbe hebûye ku dema dîyasporayeke nû diçe, di destpêkê de gelek kêşeyên wê hene, bi taybetî di mijara tawanê de. Îtalî li Amerîkayê, heta niha jî çendîn fîlm tên çêkirin ku tê de Îtalî tawanan dikin lê niha li Amerîkayê Îtalî, ti cudahiya wan ji yên din ên di nava wê civakê de nîne, ji ber ku ew entegre bûn, li hev hatin, xwe guncandin. Niha ew bûne hejmarek, rast e. Divê çi bê kirin, çi bê kirin ji bo ku ev qonaxa derbasbûnê ya ku em behsa wê dikin, ev şoka heyî ji aliyê yasayî ve kurttir bibe?

Genco Xefûr: Ji aliyê yasayî ve, bi dîtina min ne tenê ji aliyê yasayî ve her kesê ku tê vir divê hewl bide xwe ava bike, xwe pêş bixe. Ez ne ji aliyê madî ve behs dikim, behs nakim ku were vir bo nimûne eger niyeta wî hebe vegere Kurdistanê çend defter dolar pê re hebin. Divê bixwîne, xwe pêş bixe, ji ber ku ew dê hem li vir sûdê ji xwendina xwe bibîne, hem jî dema vegere.

Ji ber ku me gelek kes dîtine ku belkî bi dehên defter dolaran pê re bûne dema vegeriyane Kurdistanê da ku li wir niştecî bibin lê tiştek jê derneketiye. Yê ku li vir xwendiye, niha li Kurdistanê di cihên gelekî hestiyar de ye. Bêguman, bêguman, bêguman. Mebest ew e ku sûdê wê ne tenê ew e ku te ji aliyê madî ve pêş dixe, di paşerojê de jî te dike kesekî berhemdar ji bo civakê.

Ji ber wê, bi dîtina min her kesê ku bîr û baweriya wî bi wê yekê hebe ku xwe pêş bixe, ew jî bi rêya xwendinê be, ji ber ku bi rastî li Kurdistanê belkî niha ku em behs dikin, ji aliyê xelkê ve girîngiyeke ewqas mezin bi xwendinê nayê dan, ji ber ku dibînin kesên ku derçû dibin, kar peyda nakin, nayên damezrandin. Lê li vir ne wisa ye. Li vir bi çi awayî be jî dema te xwendina xwe temam kir, tu dikarî bi pereyekî kêm dest pê bikî, lê hêdî hêdî tu digihî qonaxekê ku ew pereyê te wê demê bi firotina pakêtan peyda dikir, belkî wê demê bi rêyên yasayî û bi rihetiyeke zêdetir ew pere ji te re peyda bibe.

Rûdaw: Mînak jî hene, ev gotina wekî ez dibêjim ne mînakî ye, ji bo ku em dilê ciwanên vir xweş bikin. Mînak hene ku xelk karîbûye li vir bi xwendinê gelekî serkeftî be. Mamoste Mihemed, maşallah tu bi xwe gelekî erênî yî, bi xema her kesekî ku ez li vir pê re diaxivim, Mamoste Mihemed yekser dizane û xemê dixwe. Yek li nexweşxaneyê ye û nêzîkî mirinê ye, tu xwe digihînî wî ligel hevalên xwe da ku bê kes nemire. Kurdekî ciwan tawanek kiriye, ez carên din jî hatime û me dîtiye ku pirsgirêka wî di girtîgehê de heye yan tiştekî wisa, hûn alîkariya wan dikin ku alîkariya yasayî werbigrin. Ez dizanim ev hemû hatine kirin. Piştî wê gotûbêja ku hat kirin û we guh da raya wan birêzan, ez piştrast im ku hûn rojane jî wan gotûbêjan dikin. Bila encamgirî li cem te be, divê çi bê kirin?

Mihemed Celal Berzincî: Hatina cenabê we bixwe ji bo me beşek ji encamê ye, ji ber ku em dixwazin çareseriyê bibînin. Ev beşek ji çareseriyê ye ku em bi rêya kanala we ji xelkê xwe re bibêjin, hay ji xwe hebin, wêneyê me xirab bûye, em dixwazin wê baş bikin. Em di nav Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê de û li gel kesên din ên ku li derveyî me ne û hevsot in ligel rewendiya Kurdî li Brîtanyayê, di heyama du hefteyên borî de ku ev bûyer qewimîne, em bi berdewamî bi wan re li ser xetê ne, em bi berdewamî ji bo xweşiktirkirinê bi plansaziyê ve mijûl in.

Di destpêkê de li cem hikûmetê, paşê li cem medyaya Brîtanyayê û her wiha di nav xwe de jî bi şêwazê kor û semîneran em niha mijûl in. Yek ji wan karên ku em dixwazin di asta hikûmetê de bikin ligel “Kurds for Labour” - ku Labour ango hikûmet e, Partiya Karkeran e. Belê, ew hikûmet in û vî welatî birêve dibin.

Rûdaw: Girîng e em bibêjin Kurdên ji bo Leyberê ew Kurd in ku deng didin Partiya Karkeran, komeke bihêz in niha di nav wê partiyê de.

Mihemed Celal Berzincî: Belê, destxweş ji bo wê pênaseyê. Di rastiyê de ez bi xwe yek ji endamên damezirîner ên Kurdên ji bo Leyberê me. Li wir jî em baş alîkariya wan dikin û em dixwazin bi wê rêyê, xoşbextane Kak Serbaz Berzincî berpirsê Kurdên ji bo Leyberê ye, em dixwazin bi wê rêyê bi hevkariya Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê çend wezîran vexwînin, çend endamên parlamentoyê vexwînin û kesên bijare (nuxbe) yên vî welatî vexwînin, wan têbigihînin û pêgeha Kurdan li Brîtanyayê nîşanî wan bidin.

Kêm nexweşxane hene ku Kurd wek bijîjk, hemşîre û yên din tê de nebin. Kêm dibistan hene ku mamosteyên Kurd an "teacher assistant" yanî alîkarên mamosteyan tê de nebin. Parêzerên me bi girseyî hene. Yanî ez dikarim bibêjim me wek Kurdan leşkerek ji mirovên wêrek xistiye nav Brîtanyayê. Profesorên me li Oxfordê hene. Divê em vê jî bibêjin. Me wek Kurdan li Brîtanyayê karên gelek mezin kirine.

Ji ber vê yekê, wek min got, em dixwazin navûdengê xwe vegerînin ser xwe û ev yek hêzeke wisa daye me. Ev bûyera BBCyê, ez dikarim bibêjim wek şeqameke bi dilovanî bû li me ket. Divê em ne tenê vegerin asta xwe, divê em bi kiryaran welatê Brîtanyayê têbigihînin ku Kurd ew nînin û we jî dît.

Rûdaw: Me ev yek gihand Brîtanyayê lê divê em li vir ji bo ciwanên xwe çi bikin? Cenabê te ji bo ciwanan jî got, tu agir bê dû nabe û me behs kir ku ew dû heye.

Mihemed Celal Berzincî: Rast e, di rastiyê de me di rabirdûyê de, min duh amar berhev kirin, em di meha 12an de amaran didin zanîn ku me çi çalakî kirine. Ji destpêka, em bibêjin ji 1ê Kanûna Paşîn a 2025an ve heta amadekirina vê hevpeyvîna ligel cenabê te, me li seranserê Brîtanyayê 2121 çalakiyên curbicur pêk anîne. Gelo çalakiyên me ji bo kê ne? Ne ji bo Pakistanî, ne ji bo Ereb û ne jî ji bo neteweyên din in, ji bo revenda Kurdî ya li nav Brîtanyayê ne. Yek ji wan tiştên ku me hene ji niha û pê ve hişyariya yasayî ye.

Em dixwazin semînarên xwe li ser hişyariya yasayî û hişyariya malbatî zêdetir xurt bikin ku mixabin malbat jî di vî warî de bêpar nînin ji kêmasiyan. Her wiha hişyarkirina wan ciwanên me yên ku nû hatine vir, ku em rêyekê daynin ber wan da ku li gorî yasayên Brîtanyayê tevbigerin. Wekî ku cenabê doktor di destpêkê de got, ew kesê ku tê vî welatî û bi wêrekî dizane ku bi awayekî neyasayî pereyan peyda bike, em jê re bidin fêmkirin ku eger tu bi awayekî neyasayî pereyan peyda bikî, tuyê rûbirûyî van cûre rewşan bibî. Ji ber vê yekê em ji bo şermezarkirina vê diyardeyê di nav civaka Kurdî ya li Brîtanyayê de dixebitin. Loma ez dixwazim bibêjim ku Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê di rabirdû, niha û paşerojê de ne pişta xwe dide revenda Kurdî û ligel hikûmetê jî ye.

Pêwîst e tiştekî di bernameya cenabê te de bibêjim, li vir û wir rexneyek li Komeleya Kurdî tê girtin û dibêjin, çima hûn nêzîkî partiya desthilatdar in? Em pê serbilind in ku partiya desthilatdar a ku “Labour” e û hikûmraniya vî welatî dike, herî kêm qîmetê dide me ku ligel me rûdinên, wezîrên wan, parlamenterên wan, endamên encûmenên şaredariyên wan guh didin me. Em bi rêya wan dikarin pirsgirêkên xwe li cem wan çareser bikin, lewma em wê nêzîkbûnê bi kar tînin ji bo xizmeta civaka Kurd li Brîtanyayê. Her çiqas partiya desthilatdar jî bê kêmasî nebe, birêz Hêmin, binêre ev karên ku niha ew dike berdewamiya hikûmeta berê ye.

Hikûmeta berê xelk dişand Rwandayê, xelk vedigerand, di serdema Priti Patel û di serdema Rishi Sunak de, ku wan dişandin Rwanda û Fransayê. Hikûmeta berê, wezîra navxwe ya berê Priti Patel bû. Niha wezîra navxwe ya ku ji me ye, gotinek heye dibêje, “darê ji tevir re gotiye, tu çima min dibirî?” Tevir gotiye:

“Eger destikê min ne ji te bûya, min qet nedikarî te bibirim.” Em jî, çavdêriya vî welatî bike, li dîroka vî welatî binêre, ew biryarên hestiyar ên ku li dijî penaber û penaxwazan derdixin, zêdetir ew kes in ku bi koka xwe penaber û penaxwaz in. Ji ber vê yekê, niha ev xanima ku Shabana Mahmood e û Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê ye, tişta ku niha kiriye em jî gazinan jê dikin û me nivîseke fermî amade kiriye.

Rûdaw: Gilî û gazinên xwe ji we jî dikin, çima dengê wan nîne, wate we kiriye.

Mihemed Celal Berzincî: Nivîsa me ya fermî amade ye, hefteya bê dê biçe ber destê Wezîrê Navxwe yê Brîtanyayê û em dê hemû hewlên xwe bidin, da ku em wêneya rastîn a Kurdan li vî welatî careke din pêşkêşî Brîtanyayê bikin.

Rûdaw: Gelekî gelekî spas mamoste Serokê Komeleya Kurdî a Brîtanyayê Mihemed Celal Berzincî, parêzer û şêwirmendê penaberiyê kak Genco Xefûr, lêkolîner, mamosteyê zanîngehê û nivîskarê pirtûkeke giranbiha Dr. Elî Mihemed Zelmî. Eger we xwest hûn pirtûka wî bi dest bixin "Ali Zalmi", peyva Zalmi bi (y) ya Îngilîzî ya dawiyê ye ji ber ku ez dizanim piraniya we dê wisa lê bigerin, min jî di destpêkê de wisa kir û hûn dê bi wî awayî bibînin. Her wiha xanima perestar Hêro Celal ku li gel min bû. Gelek gelek spas, we guhdarî kir ka çareserî çi ne, pirsgirêk çi ne û ji bo diyasporaya Kurdî ya li Brîtanyayê çareserî jî çi ne. Girîng e, wek ku min ji mêvanên xwe yên hêja jî fêm kir, divê dê û bavên Kurd jî li Kurdistanê hay ji xwe hebin û zextê li zarokên xwe nekin, li vir carinan encam wiha lê tê, ber bi rêyeke şaş ve diçin. Yên li vir bila bizanibin ku hêdî hêdî di nav civaka Kurdî de, diyasporaya Kurdî ya li vir, karên neyasayî tên nav civakê. We bi xwe jî guhdarî kir ku plan hene û ji bo we jî ne baş e ku ew karên neyasayî bikevin nav we. Ango dûrketina we ji tawanê dibe ku xizmeteke mezin hem ji Kurdistanê re û hem jî ji Kurdan re bike. Gelek gelek spas ku hûn ligel me bûn, heta bernameya Diyasporayê ya hefteya bê, li kû derê bin, bê bela bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst