Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di yekem serdana xwe ya ji bo derveyî welat, berê xwe da Amerîkayê û hin civîn saz kirin, destpêkê li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Binden re civiya, piştre çû Kongrêsa Amerîkayê û li wir jî gotarek pêşkêş kir.
Ji destpêka êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê di 24ê Sibata îsal de, ev yekem serdana Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ya derveyî welat e.
Heta niha Rûsyayê hin navçeyên Ukryanayê bi xwe ve girêdane, lê Ukrayana jî karibû hin navçeyên ku ketibûn bin kontrola Rûsyayê vegerîne, Amerîka û Ewropa bi berdewamî alîkariyên serbazî didin Ukryanayê daku rê li êrîşên Rûsyayê bigirin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden dibêje: “Gelekî dilxweşim ku te karîbû bihata vê derê. Şanaziyeke mezin e ku em li aliyê we ne û dijî şerê hovane yê ku ji aliyê Putîn ve tê kirin rawestiyane. 300 roj in ev şer berdewam e û mirovên bê tawan di nav de ne.”
Rûsyayê derbarê serdana Zelensky de ragihand ku çaverê nakin siyaseta Serokê Ukraynayê bê guhertin ku hevdîtina ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin red kiriye û bi taybet piştî vê serdanê jî tiştek naguhere.
Piştî belavbûna nûçeya serdana Zelensky bo Amerîkayê, Putîn jî biryar da ku ligel berpirs û fermandarên leşkerî yên Rûsyayê bicive.
Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu jî got: “Li Ukraynayê leşkerên Rûsyayê rûbirûyî hêzên rojavayî dibin. Amerîka û hevpeymanên wê bi malzemeyên leşkerî piştgiriya Kyivê dikin û rahênanên leşkerî dikin. Saziya îstîxbaratê damezrandine û şêwirmend dabîn kirine.”
Heta niha Amerîkayê bi bihayê 47.9 milyar dolar alîkarî pêşkêşî Ukraynayê kiriye, ku 22.9 milyar dolar malzemeyên leşkerî, 9.9 milyar dolar alîkariya mirovî û 15.1 milyar dolarjî alîkariya darayî bûye.
Amerîkayê biryar da bi bihayê 1.8 milyar dolarên din alîkariya leşkerî bide Ukraynayê ku di nav alîkariyê de sîstema berevaniya esmanî Patiryot jî heye. Hêza wê 70 kîlometre ye û li bilindahiya 24 kîlometre armanca xwe pêk tîne, mûşeka wê 5 metre û 20 santîmetre dirêje û çapa wê jî 40 santîmetre ye.
Rûsya ew çend meh in bi rêya êrîşên mûşekî û dronan jêrxaneyên sivîl ên Ukraynayê armanc dike û bi taybetî tora xeta elektrîkê. Herwiha di heman demê de nêzîkî 10 milyon Ukraynî bê elektrîk mane û biryar e di vê serdanê de Zelensky daxwaza dabînkirina jeneratoran bike daku elektrîkê bo Ukraniyan dabîn bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse