Hewlêr (Rûdaw) - Civaka Kurdî li piraniya bajar û bajarokên Almanyayê dengê xwe li dijî zêdebûna diyardeya radîkaliyê ji aliyê kesên xwedî îdeolojiya rastrew ve bilind kirin. Kurd û Almaniyan li Hanover, Hanau û cihê teqe li kafeteryayekê hat kirin, bi hev re dengê xwe bilind kirin û gotin, “em li dijî radîkalîzm û faşîzmê yekgirtî ne.”
Endamê Parlamentoya Almanyayê, Cem Ozdemir ji Rûdawê re ragihand: “Em nahêlin bi ser bingeh, ol û bîr û baweriyan de bên dabeşkirin. Yê piştgiriyê li regezperestiyê bike û ji wê avê vexwe, ew ne ser bi Komara Almanyayê ye û yên din bê cudahî eslê wan beşeke ji Almanya. Ez hêvî dikim sala 2020ê bo me nebe sala pêşkêşkirina gotarên roja Yekşemê li dijî regezperestî û radîkaliya rastrew şermezar bikin, paşê jî vegerin ser jiyana xwe ya rojane wek wêya tiştek neqewimî be. Divê ev çîroka îsal bibe bibe sedem daku Almanyaya Federal cidîtir be di rûbirûbûna rastrewiya radîkal de, online û ofline kar bow ê yekê bike ku ti şensekî kîn û nefretê nîne.”
Gulseren Demirel, Endama Parlamentoya Herêma Bayernê jî diyar kir: “Li vî welatî lîsteyên dijminan hene. Divê mirov bîne ber çavê xwe ku kesek ji me nizane ka di nav wê lîsteyê de heye. Take gunehê van kesan ew e ku kesên demokratxwaz in, loma pêdiviya me bi stopeke diyar a regezperestiyê heye. Ew jî divê ji hikûmetê ji Berlînê bê şandin.”
Hejmarek parlamenterên Kurd li herêmên Almanyayê ligel hejmarek sazî û rêxistinên rewenda Kurdî li wî welatî serdana cihê êrîşên bajarê Hanauyê dikin. Ew parlamenter daxwaza rêgirîkirin li zêdebûna rastrewî, radîkalî û nîjadperestiyê beramber biyaniyên akinciyên Almanyayê dikin.
Endama Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalen, Bêrîvan Aymaz dibêje: “Girîng e amaje bi wê yekê bê dayîn ku nabe ev buyer bibe sedem bo dabeşbûna civaka me. Em di demekê de dijîn ku siyasiyên pirziman, ewên bi Kurdî û ewên bi Tirkî diaxifin li ser sosyal medya tînin ziman ku ew bi emanet najîn. Ev jî pirsgirêk e û metirsîdar e.”
Memed Tanriverdî, Cîgirê Serokê Civaka Kurdî li Almanyayê bang li hikûmeta Almanyayê dike, ku têkildarî bûyera li Hanauyê li gel civaka Kurdî û rêxistin û saziyên wan ên li Almanyayê re bicivin û dibêje: “Em daxwazê ji hikûmeta federal a Almanya û Wezîrê Navxwe dikin ligel rêxistinên qurbaniyan bicivin, ne tenê ligel Encûmena Navendî ya Misilmanan, xelkên DÎTÎP û civaka Tirkî. Civaka Kurdî û civakên din; Roma û Kurd û ewên din ên bûne qurbanî divê bên vexwendin û hevkariya kes û karên qurbaniyan bê kirin. Di warê derûnî de ew di şokê de ne. Pêdiviya wan bi hevkariyê ye.”
Çend mehek e hest bi zêdebûna êrîşên baskê rast ê radîkal li Almanyayê tê kirin, lê ya li bajarê Hanau ya herî bixwîn bû. Di êrîşeke Almanekî 43 salî de bo ser kafeyeke bajêr 9 kesan canê xwe ji dest dan, di nav de 5 Kurd hebûn. Êrîşkar berî wî karî bike manîfestoyek belav kiribû û dijayetiya xwe li beramber koçber û siyaseta desthilatdarên baskê çep ê welat anibû ziman.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse