Hewlêr (Rûdaw) - Mark Esper ê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Wezîrtiya Berevanî ya Amerîkayê namzed nîşan dabû li senatoyê wî welatî hat pesendkirin.
Ji bo namzediya Mark Esper a Wezîrtiya Berevaniyê ya Anerîkayê 8 dengên "neyinî" 90 dengên "erê" hatin bikaranîn.
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê yê berê James Mattîs di meha Çileyê de dev ji peywira xwe berda û Patrîck Shanahan biqasî 7 mehan wekîltiya peywira wezîrtiyê kiribû.
Trump di 18ê Hezîranê de îlan kiribû ku Shanahan ji "namzediya wezîrtiya berevaniyê" vekişiyaye û Shanahan jî eşkere kiribû ku biryar ji ber "sedemên malbatî" ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse