Hewlêr (Rûdaw) - Brîtanyayê ragihand ku wan ceza daye zêdetirî 25 kes, kom û dabînkerên ku alîkariya qaçaxçiyên koçberan dikin û wan ji Kanala Îngilistanê derbas dikin.
Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê ragihand ku ceza kesên “alîkar ên koçberiya neyasayî ya ber bi Brîtanyayê ve ne” digire nav xwe û dê mal û milkên wan bên cemidandin û qedexeya geştê li wan were birîn.
Gava Brîtanyayê di demekê de ye ku Hikûmeta Brîtanyayê bi taybetî jî piştî ku hejmara koçberên ji Fransayê derbas dibin îsal gihîştiye rekorekê rastî zexteke mezin tê.
Di nava kesên ku ceza li wan hatiye birîn de dabînkerên keştiyên biçûk ên li Çînê, kesên ku pereyan ji Rojhilata Navîn vediguhêzin, serokên koman ên li Balkanan û Bakurê Afrîkayê hene.
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy ev yek wekî “ji bo rûbirûbûna tawana koçberiya organîzekirî demeke dîrokî ya di karê hikûmetê de” bi nav kir.
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy her wiha got:
“Ji Ewropayê heta Asyayê, em şer dibin cem wan qaçaxçiyên mirovan ên ku hêsankariyê ji bo koçberiya neyasayî dikin û li her derê cîhanê bin, em wan dikin armanc.”
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê peyamek jî ji koman re şand û anî ziman:
“Peyama min ji bo wan komên ku bi xemsarî jiyana kesên lawaz ji bo qezencê dixin metirsiyê ev e: Em dizanin hûn kî ne û em li gel hevkarên xwe yên li seranserî cîhanê dixebitin ku hesabê ji we bipirsin.”
“Têkşikandina koman”
Di lîsteya cezayan de 20 kes, çar kom û şîrketek hene.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ku berî salekê dest bi kar kiribû, soz dabû ku bi rêya “têkşikandina koman” rê li ber koçberiya neyasayî bigire lê rastî zehmetiyan hatibû.
Ev pirsgirêk li Brîtanyayê bûye mijareke siyasî ya metirsîdar û wekî sedemeke bilindbûna rêjeya rastgirên tundrew tê dîtin.
Di nava kesên ku hatin cezakirin de “Bledar Lala” jî hebû ku wekî Arnawidekî tê binavkirin ku “operasyonên Belçîkayê” yên komeke tawanên organîzekirî bi rê ve dibir û di derbaskirina koçberan de cih girtiye.
Her wiha wergêrê berê yê Polîsê Brîtanyayê Alen Bazil jî di lîsteyê de ye ku Brîtanya dibêje piştre li Sirbistanê bûye serokê toreke mezin a qaçaxçîtiyê.
Kesekî din ê ku wekî “serokê komê” tê binavkirin û ceza lê hat birîn Mihemed Tetuanî ye ku London wî ji ber ku serpereştiya toreke qaçaxçîtiyê li Horgosa Sirbistanê dike wekî “Şahê Horgosê” bi nav dike.
Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê ragihand, Mihemed Tetuanî serokatiya koma qaçaxçîtiya mirovan kiriye ku “wekî yek ji tundtirîn komên qaçaxçîtiya mirovan li Balkanan tê naskirin.
Tê gotin ku koçberan wekî dîl dihêlin û destdirêjiya seksî li wan jinên ku nikarin pereyê tê xwestin bidin dikin.”
Di paketa cezayan de 7 qaçaxçiyên din hene ku pêwendiya wan bi Îraqê re heye, her wiha 3 kesên ku bi bikaranîna sîstema bankayê ya hewaleyê ji bo koçberiya neyasayî tên tohmetbarkirin, hatin armanckirin.
Ji bilî armanckirina kom û serokên wan ên li Bakurê Afrîka û Balkanan, di cezayan de şîrketeke Çînî ya bi navê Weihai Yamar Outdoor Product Co. jî hat armanckirin ku li ser înternetê ji bo beleman reklam dikir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse