Wezîrê Plandanîn û Pêşxistina Aborî ya Sierra Leone bo Rûdawê: Armanca me perwerdeya nû ye

23-09-2022
RÛDAW
Wezîrê Plandanîn û Pêşxistina Aborî ya Sierra Leone Francis KK
Wezîrê Plandanîn û Pêşxistina Aborî ya Sierra Leone Francis KK
Nîşan Sierra Leone Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Plandanîn û Pêşxistina Aborî ya Sierra Leone Francis KK ji Rûdawê re ragihand ku armanca welatê xwe di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya îsal de pêşxistina perwerdeyê ye, “bi taybetî perwerdeya nû”.

Wezîrê Plandanîn û Pêşxistina Aborî ya Sierra Leone roja Pêncşemê 22ê Îlona 2022an li baregeha Netewên Yekbûyî li New Yorkê ji Rûdawê re got, “Îsal lûtkeyeke taybet hat lidarxistin. Serokê me ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yek ji rêveberên lûtkeyê bû.”

Sierra Leone welatekî Afrîkayê ye, di sala 1961an de ji dagirkeriya Brîtanyayê hat rizgarkirin û 11 salan şerê navxweyî lê berdewam kir. Di sala 2020an de, nifûsa wê 7,9 milyon bû. Ji %78ê nifûsa wê Misilman û yên mayî jî Kiristiyan in.

Wezîrê Plandanîn û Pêşxistina Aborî ya Sierra Leone Francis KK bersiva pirsên Rûdawê da;

Rûdaw: Armanca beşdarbûna welatê we di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya îsal de çi ye?

Wezîrê Plandanîn û Pêşxistina Aborî ya Sierra Leone Francis KK: Armanca me ya îsal di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi rastî pêşxistina perwerdeyê ye, nemaze perwerdeya nû.

Rûdaw: Bi dîtina we bala cîhanê li ser wê mijarê bûye yan jî pirsa Ukraynayê bala her kesî kişandiye ser xwe?

Wezîrê Plandanîn û Pêşxistina Aborî ya Sierra Leone Francis KK: Ukraynayê her kes mijûl kir lê her kesî karîbû li ser mijarên din ên girîng jî raweste, lewma lûtke taybet hat lidarxistin, serokê me jî li gel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yek ji revêberên lûtkeyê bû.

Rûdaw: Hûn tenê bi xwendinê re eleqedar in, yan jî xema we li ser ewlekariya xorek û enerjiyê jî heye?

Wezîrê Plandanîn û Pêşxistina Aborî ya Sierra Leone Francis KK: Perwerde armanca me ya sereke ye. Ji ber ku hûn dikarin bi perwerdehiyê gelek tiştan bi dest bixin lê hemî armanc bi heman rengî girîng in, ji ber ku divê hemî armanc bêne komkirin û hûn nikanin yekî bidin pêşiya ya din. Min tenê behsa perwerdehiyê kir ji ber ku ew ji bo welatê me, Sierra Leone, pêşîn û ya herî girîng e.

Rûdaw: Çima perwerde ji bo Sierra Leone ewqas girîng e?

Wezîrê Plandanîn û Pêşxistina Aborî ya Sierra Leone Francis KK: Perwerde ji bo me girîng e, ji ber ku eger mirovên me yên gihîştî, kesên xwenda, xwendin û nivîsandinê û ji pêşketinê fam bikin, nebin, em ê ti pêşkeftinê nekin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst