Hewlêr (Rûdaw) - Çar berpirsên Amerîkî ragihand ku Washington amadehiyê dike da ku di rojên pêş de qonaxeke nû ya operasyonên têkildarî paşeroja Venezuelayê bide destpêkirin.
Ev yek wekî gaveke nû ya birêvebiriya Trump a ji bo zêdekirina zextên li ser hikûmeta Nicolas Maduro tê nirxandin.
Ajansa Reutersê ji zarê wan gotinên çar berpirsên Amerîkî belav kir ku artêşa Amerîkayê hêzên xwe li Deryaya Karîbîkê û nêzîkî sînorên deryayî yên Venezuelayê bi cih kirine.
Du ji wan berpirsên Amerîkî jî diyar kir, dibe ku operasyona bi dizî bibe qonaxa yekem a gavên leşkerî yên Amerîkayê yên li dijî Venezuelayê.
Yek ji berpirsên Amerîkî ji Reutersê re gotiye:
"Serok Trump amade ye ku hemû hêza Amerîkayê bi kar bîne da ku rê li ber hatina madeyên hişbir a welatê me bigire û kesên berpirsyar derxîne pêşberî dadgehê."
Birêvebiriya Trump di çend mehên borî de stratejiya xwe ya li hemberî rejîma Maduro tundtir kir û wî wekî berpirsyarê sereke yê belavbûna berfireh a madeyên hişbir li nav Amerîkayê dibîne.
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro wan tohmetan red dike û çend caran ragihandiye ku ti pêywendiya welatê wî bi çeteyên bazirganiya madeyên hişbir re nîne.
Her wiha du berpirsên Amerîkî amaje bi wê yekê kiriye ku yek ji vebijarkên Amerîkayê yên ku niha li ber destê Serokê Amerîkayê Donald Trump in, hewldana ji bo nehîştina Maduro ye.
Maduroyê ku ji sala 2013an ve li ser desthilatê ye, hefteya borî ragihand ku Trump dixwaze welatê wî têxe nav qeyranekê û hewla nehîştina wî dide lê soz jî da ku welatiyên Venezuelayê û artêş dê li hemberî hemû hewldanên bi vî rengî li ber xwe bidin.
Çend meh in ku Amerîka mijûlî komkirina hêz û leşkeran e li Deryaya Karîbîkê û destpêka vê mehê jî Trump ji bo operasyona bi dizî ya CIAyê ya li Venezuelayê çiraya kesk pê xist.
Ev pêşhatên nû yên îdareya Trump di demekê de ne ku roja Înê Birêvebiriya Firokevaniya Federal a Amerîkayê hişyarî da şirketên mezin ên hêlên asmanî ku li hemberî egera çêbûna metirsiyan a di dema geştên li ser asmanê Venezuelayê de baldar bin.
Piştî wê hişyariyê, sê hêlên asmanî yên navneteweyî geştên xwe yên ji Venezuelayê betal kirin.
Hegseth: Vebijarkên nû li pêşiya me ne
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth hefteya borî ragihand ku pênasekirina çend rêxistinên Venezuelayî wekî terorîst, komek vebijarkên nû dixe ber destê Amerîkayê.
Piştî daxuyaniya Pete Hegseth, Trump ji rojnamegeran re ragihand ku ew pênasekirin rê dide Washingtonê ku êrişî sermaye û binesaziyên Maduro yên li Venezuelayê bike.
Trump her wiha amadebûna xwe nîşan da ji bo gotûbêja bi Maduro re bi hêviya dîtina çareseriyeke dîplomatîk.
Tevgerên leşkerî yên Amerîkayê yên li deryayên nêzîkî Venezuelayê, bicihkirina keştiya herî mezin a balafirhilgir a Hêza Deryayî ya Amerîkayê ya bi navê Gerald Ford, li gel 7 keştiyên din ên şer, keştiyeke bin avî ya atomî û balafirên F-35an li xwe digirin.
Bala niha ya hêzên Amerîkayê yên li herêmê li ser operasyonên li dijî komên bazirganên madeyên hişbir e.
Ji meha Îlonê ve, hêzên Amerîkayê herî kêm 21 êriş kirine ser belemên wan koman û di encama wan êrişan de 83 kes hatine kuştin.
Rêxistinên mafên mirovan wan êrişan wekî kuştina neyasayî ya xelkê sivîl bi nav dikin û hinek ji hevpeymanên Amerîkayê jî dilgiraniya xwe nîşan daye ku bi wan êrişan Washington yasayên navneteweyî bin pê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse