Hewlêr (Rûdaw) - Washingtonê, Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro wekî "serokê rêxistina terorê" îlan kir û ji bo serê wî 50 milyon dolar xelat danî.
Amerîkayê bi biryareke nû aloziya bi Venezuelayê re gihand asta herî bilind.
Di navbera Amerîka û Venezuelayê de dengê şer tê bihîstin.
Amerîkayê, Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro wekî serokê "rêxistina terorê" îlan kir û ji bo serê wî 50 milyon dolar jî xelat danî.
“Rejîma Maduro ne meşrû ye”
Berdevkê Koşka Spî li ser mijarê daxuyanî da û got, "Em rejîma Maduro wekî rejîmeke nemeşrû dibînin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî berê di çarçoveya biryarnameyekê de, bi hinceta têkoşîna li dijî torên madeyên hişbir ên Amerîkaya Latîn ferman dabû ku artêş zêdetir û bi awayekî çalak were bikaranîn.
Amerîkayê di vê çarçoveyê de dawiya tebaxê hêzeke deryayî şandibû peravên Venezuelayê ku ji keştiyên şer û keştiyên binavê pêk tê.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth jî gotibû ku artêşa Amerîkayê ji bo operasyonên li Venezuelayê amade ye.
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro jî li hemberî vê yekê ragihandibû ku wî li welêt 4,5 milyon mîlîs seferber kirine û ew amade ne ku bersiva her cure êrişan bidin.
Keştiya USS Gerald R. Fordê li peravên Venezuelayê ye
Amerîka li peravên Venezuelayê bi hinceta qaçaxçîtiya madeyên hişbir hinek keştiyan dike hedef ku ev yek dibe sedema bertekên birêvebirya Venezuelayê û raya giştî ya navneteweyî.
Hinek alî dibêjin ev êriş li dijî hiqûqa navneteweyî ne.
Hat diyarkirin ku keştiya herî mezin a balafiran a cîhanê USS Gerald R. Ford û koma wê ya êrişê gihiştine herêma Amerîkaya Latîn ku Amerîkayê bi hinceta "têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya maddeyên hişbir" şandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse