Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê gaveke din li dijî Venezuelayê avêt û ragihand ku divê asmanê Venezuelayê bi temamî were girtin lê ti hûrgiliyên zêdetir nedan.
Ev yek bû sedema dilgiran û şermezarkirina desthilatdarên Venezuelayê û wan gefên hikûmeta Amerîkayê û serokê wê wekî "gefa dagirkeran" bi nav kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh li ser tora civakî ya Truth Socialê derbarê Venezuelayê nivîsî:
"Ji bo hemû hêlên asmanî, pîlot, bazirganên madeyên hişbir û qaçaxçiyên mirovan, ji kerema xwe re divê asman û derdora Venezuelayê bi temamî werin girtin."
Bi gefa nû ya Trump, berpirsên Amerîkayê ji medyaya welatê xwe re ragihandiye ku haya wan ji ti operasyonên leşkerî yên Amerîkayê yên li Venezuelayê nîne.
Piştî gefa Serokê Amerîkayê, hikûmeta Venezuelayê daxuyaniyên Trump şermezar kirin û wekî "gefa dagirkirinê" ya li dijî serweriya Venezuelayê pênase kir û ragihand ku ew gef binpêkirina yasayên navneteweyî ne.
Di berdewamiya daxuyaniya hikûmeta Venezuelayê de hat gotin, parvekirina Serokê Amerîkayê "karekî dijminane yê yekalî ye û bi prensîbên yasaya navneteweyî re nagunce."
Li gorî Reutersê, niha berpirsên birêvebiriya Trump vebijêrkên têkildarî Venezuelayê dinirxînin.
Armanc ew e ku “li hemberî rola hikûmeta Venezuelayê û Serokê wê Nicolas Maduro ya di hêsankirin û alîkariya çeteyên bazirganiya madeyên hişbir de derkevin ku wan madeyan dişînin nav Amerîkayê.”
Lê Serokê Venezuelayê wan tohmetên Amerîka û Trump red dike û çend caran ragihandiye ku pêywendiya wî û welatê wî bi bazirganiya madeyên hişbir re nîne.
Li gorî raporeke Reutersê, vebijêrkên Amerîkayê yên li dijî Venezuelayê ev in:
“Hewldana ji bo dûrxistina Maduro.
Her wiha piştî komkirin û bicihkirina hejmareke zêde ya leşkeran û şiyana leşkerî li herêmên deryayî yên Karayîbê, artêşa Amerîkayê ji bo qonaxeke nû ya operasyonên li herêmên sînorî yên Venezuelayê yên li başûrê Amerîkayê amade ye.”
Ev ji bilî wê yekê ye ku di nava 3 mehên borî de artêşa Amerîkayê çend caran êrişî belemên wan komên madeyên hişbir ên li beravên Venezuelayê kiriye.
Her wiha meha borî, Trump çiraya kesk ji bo operasyona bi dizî ya Dezgeha Îstixbaratê ya Amerîkayê (CIA) li Venezuelayê vêxistiye.
Gef û gavên Washingtonê red bikin
Maduroyê ku ji sala 2013an ve li ser desthilatê ye, dibêje Trump dixwaze wî dûr bixe.
Maduro soz daye ku di egera êrişeke Amerîkayê de, Venezuelayî û artêş dê rûbirûyê wan bibin.
Destpêka vê hefteyê, Trump ji leşkerên Amerîkayê re ragihand ku ew dê di demeke nêzîk de dest bi operasyona bejahî bikin da ku rê li ber qaçaxçiyên madeyên hişbir ên li Venezuelayê bigirin.
Her wiha hikûmeta Venezuelayê ragihand, tevgerên leşkerî û gefên Amerîkayê "xwesteka dagirkirinê" ya li Amerîkaya Başûr nîşan didin û ji civaka navneteweyî xwest ku wan gef û gavên Washingtonê red bikin.
Piştî gefên Trump ên li ser Venezuelayê, Îranê jî dengê xwe derxist.
Tehrana ku hevpeymana Venezuelayê ye û destpêka îsal ji aliyê Amerîkayê ve hatibû bombebarankirin, di daxuyaniyekê de Trump wekî "binpêkirineke mezin a yasaya navneteweyî û gefa li ser ewlehiya firokevaniya cîhanî" bi nav kir.
Ji bilî gefa operasyona leşkerî, destpêka îsal Amerîkayê nêzîkî 14 hezar koçberên Venezuelayî ji Amerîkayê dersînorî wî welatî kirin.
Di çend mehên borî de hefteyê du caran geştên dersînorkirinê ji Amerîkayê ber bi Venezuelayê ve hebûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse