Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê piştî tura duyem a dan û standinên nukleer ên bi Îranê re zêdetirî 150 balafirên şandine baregehên xwe yên li Ewropa û Rojhilata Navîn ên nêzîkî Îranê.
Li gorî nûçeya Washington Postê (WP) ya ku dispêre daneyên şopandina firînan û dîmenên satelaytan, artêşa Amerîkayê di çarçoveya îhtimala êrişeke li dijî Îranê de hebûna xwe ya leşkerî li herêmê bi lez zêde dike.
Şandeyên Amerîka û Îranê 18ê Sibatê li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê civiyabûn lê li hev nekiribûn.
Piştî vê civînê hat tesbîtkirin ku artêşa Amerîkayê zêdetirî 150 balafir li baregehên Ewropa û Rojhilata Navîn bi cih kirine.
Keştiya balafiran gihişt Girîtê
Keştiya balafiran a Amerîkayê USS Gerald R. Ford doh bi dehan balafirên şer ve gihiştiye Baregeha Deryayî ya Soudayê ya li Girava Girîtê.
Dîmenên satelaytan û daneyên şopandina firînan nîşan didin ku nîvê zêdetirê balafirên nû şandine baregehên li Ewropayê.
Hat destnîşankirin ku piraniya van balafiran, balafirên barhilgir û yên sotemeniyê ne.
Ji ber ku daneyên cîh û war girtî ne, balafirên şer nayên şopandin lê bi rêya dîmenên satelaytan hatine tesbîtkirin.
Li gorî daneyan, Amerîkayê di rojên dawî de sêyeka fîloya xwe ya E-3G Sentry jî şandiye Ewropa û Rojhilata Navîn.
"Sewqiyata herî mezin a piştî 2003yan"
Serokê Amerîkayê Donald Trump berê gef li Îranê xwaribû ku eger li hev nekin dê li Îranê bixin.
Pisporên ku liv û tevgera leşkerî ya Amerîkayê dişopînin destnîşan dikin ku ev komkirina hêzan a herî mezin e ku piştî şerê Îraqê yê sala 2003yan li herêmê tê dîtin.
Pispor dibêjin ku ev yek tê wateya amadekariya operasyoneke asmanî ya ku dibe bi rojan bidome, bêyî ku dagirkirineke bejahî çêbibe.
"Artêş dikare her biryara Trump bi cih bîne"
Birêvebiriya Lêkolînan a Enstîtuya Washingtonê û Alîkara Wezîrê Parastinê yê berê yê Berpirsê Rojhilata Navîn Dana Stroul ji WPyê re axivî.
Dana Stroulê li ser sewqiyata Amerîkayê got:
"Ev hêza mezin a ku hatiye komkirin tê wê wateyê ku artêşa Amerîkayê dikare her biryara Trump bi cih bîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse