Dusseldorf (Rûdaw) - Îtalya, Danîmarka û 7 welatên din ên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) nameyeke hevbeş îmze kirin.
Di nameyê de, ew daxwaz dikin ku Peymannameya Ewropayê ji bo Mafên Mirovan di şirovekirin û ravekirinê de di bin çavan re bê derbaskirin.
Armanca wan ji vê yekê jî ew e ku bi şîrovekirina netemam ji bo peymannameyê wer hatiye kirin ku nermiyeke zêde li hember koçberan were nîşandan.
Dadgeha Ewropayê ji bo Mafên Mirovan bi piştgirêdana bi wê peymannameyê gelek biryarên tund ên welatan ên dijî koçberan betal kirine.
Wekî nimûne rê li Brîtanyayê girt ku koçberan bişîne Rwandayê. Vêga jî daxwazê ji Danîmarkayê dike ku yasayên rakêşana endamên malbatê ji aliyê kesekî ve ku li wî welatî mafê manê wergirtiye hêsan bike.
Her wiha gelek caran welatekî îmzeker ê peymannameyê hewl daye kesekî dersînor bike lê Dadgeha Ewropayê pêşî lê girtiye.
46 welatan peymanname îmze kiriye ku her 28 endamên YEyê jî di nav de ne.
Serkirdeyên Ewropayê dibêjin pêwîst nake hemû xalên wê peymannameyê ji bo koçberan werin bikaranîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse