Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Parastina Sînor û Peravan a Ewropayê (Frontex) ragihand ku sala 2025an hejmara koçberiya neyasayî ji sedî 27 kêm bûye.
Frontexê amarên dawî yên koçberiya neyasayî yên sala 2025an belav kirin.
Li gorî raporê, di çar mehên yekem a 2025an de tenê 47 hezar derbasbûnên neyasayî li ser sînorên Ewropayê hatine tomarkirin.
Frontexê diyar kir ku hejmara penaxwazan li seranserî Ewropayê kêm bûye.
Li gorî amarên Frontexê, li rojhilatê Ewropayê hatina penaxwazên neyasayî yekcar kêm bûye.
Ji rojhilatê Balkanê jî li gorî sala par hatina koçberan bi rêyên neyasayî ji sedî 58 kêm bûye.
Li gorî rapora Ajansê, heta niha di Deryaya Spî de 555 koçber xeniqîne.
Frontex dide diyarkirin ku di çar mehên yekem ên 2025an de kêmtirîn asta koçberiya bi qaçaxî li seranserî Ewropayê hatiye tomarkirin.
Li gorî raporê, piraniya koçber ji Malî, Afrîka, Bengladeş, Efxanistanê tên Ewropayê.
Rêya qaçaxiyê ya sereke hîn jî Deryaya Spî ye
Li gorî sala borî li rojhilatê Balkanê rêjeya koçberên neyasayî ji sedî 58 kêmtir e.
Li ser sînorên Yûnanistanê li rojhilata Deryaya Spî 12 hezar û 200 penaberên neyasayî hatine tomarkirin.
Li gorî rapora Frontexê rêjeya îsal a koçberan li gorî sala 2024an ji sedî 30 kêmtir bûye.
Frontexê amaje bi wê yekê jî kir ku rêya serekî ya hatina koçberan Deryaya Spî ye.
Rapor diyar dike ku herî zêde Bengladeşî bi qaçaxî di ser vê rêyê ve diçin Ewropayê.
Amarên Frontexê diselmînin ku koçberiya neyasayî ji Afrîkayê jî kêmtir bûye.
Hejmara penaxwazên neyasayî yên Afrîkayî îsal li gorî sala borî ji sedî 34 kêmtir bûye.
Heta niha 555 koçber di Deryaya Spî de xeniqîne
Li welatên wekî Malî, Guinea û Senegalê koçberên neyasayî berê xwe didin Ewropayê.
Sala 2025an heta niha 555 koçberên neyasayî di Deryaya Spî de xeniqîne
Di 4 mehên destpêkê yên 2024an li ser heman rêyê 2,300 koçber xeniqîbûn.
Kêmbûna koçberiya neyasayî di demekê de ye ku welatên Ewropayê siyaseta koçberiya neyasayî tund kiriye û ji bo kêmkirina koçberên neyasayî kontrolên sînoran zêde kirine.
Frontex ajanseke girêdayî Yekîtiya Ewropayê ye û sala 2004an li Warşovaya Polonyayê hatiye damezirandin.
Kontrolkirina sînor û beravên Ewropayê erkên sereke yên Frontexê ne.
Frontexê 3 hezar û 200 karmend danîne ser sînorên derekî yên Ewropayê û ew karmend tevî polîsên welatên Ewropayê sînoran kontrol dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse