Ji ber Bahoza Ragasayê bi dehan kes mirin û herî kêm 120 kes winda ne

24-09-2025
Nîşan Bahoza Ragasayê Taywan Çîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Taywanê ji ber lehiya ku ji ber Bahoza Ragasayê rabû, herî kêm 14 kes mirin û zêdeyî 120 kesan jî winda ne.

Li gorî ajansên nûçeyan, barana dijwar a doh bû sedem ku Gola Bendava Çemê Mataianê di ser ve here û li navçeya Guangfuyê ya parêzgeha Hualienê lehiyeke mezin rabe.

Ajansa Nûçeyan a Navendî ragihand ku avê kolan dane bin xwe, av heta nêzîkî qatekê bilind bûye û otomobîl bi xwe re birine.

Her wiha beşeke Pira Çemê Mataianê jî rûxiyaye.

Tîmên rizgarkirinê hewl didin 124 kesên winda bibînin û 18 birîndar jî hene.

Rayedaran ji bajarokên Guangfu, Fenglin û Wanrongê zêdetirî 3 hezar kesan veguhastine cihên ewle.

Berpirsên rewşên awarte diyar kir, dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Li Fîlîpînê jî rayedaran 2 mirinên din û 6 windabûn piştrast kirin û bi vî awayî li bakurê welêt hejmara miriyan derket 3yan.

Li Çînê zêdeyî milyonek kesan hatin veguhastin

Li gorî medyaya dewletê, piştî ku parêzgeha Guangdongê ya li başûrê Çînê asta alarma bahozê gihişt asta herî bilind, rayedaran zêdetirî milyonek kesan veguhastine cihên ewle.

Ajansa Nûçeyan a Xinhuayê ragihand ku heta niha zêdetirî 1,04 milyon kesan hatine veguhastin û zêdetirî 80 hezar keştiyên masîgiriyê li benderan mane.

Nêzîkî 12 hezar û 300 karkerên deryayî jî anîne bejahiyê.

Leza bayê bahozê di çirkeyekê de digihîje 55 metreyan.

Bi sedan personelên rizgarkirinê, agirvemirandinê û xebatkarên hawarçûnê hatine wezîfedarkirin.

Şirketa Petrolê ya Neteweyî ya Deryayî ya Çînê jî zêdetirî 5 hezar karmendên xwe ji platformên li Deryaya Çîna Başûr vekişandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst