Pizîşkiyan: Em ne li pey çêkirina bombeya atomî ne

24-09-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Bombeya Atomî Mesûd Pizîşkiyan Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ducare kir ku Îran ne li pey çêkirina bombeya atomî ye.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di Civîna 80yemîn a Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de gotarek pêşkêş kir.

Mesûd Pizîşkiyan di gotara xwe de got:

“Ez careke din di vê rûniştinê de bi awayekî eşkere dibêjim ku Îran ti carî ne li pey bombeya atomî bûye û ne jî dê bibe.”

Pizîşkiyan amaje bi wê yekê kir ku ev biryar li ser fetwaya Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî ye û bal kişand ser “tawanên mirovî” yên Îsraîlê yên li Xezeyê.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan her wiha anî ziman:

“Aliyê ku aramiya herêmê têk dide Îsraîl e lê ceza bi ser Îranê de tên sepandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst