Di êrîşa li Parîsê de geşedaneke nû: Biryara desteserkirina êrîşkar hat rakirin!

24-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryara desteserkirina kesê bi çekê êrişa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê kirî hat rakirin û êrîşkar bo klînîkê hat veguhestin.

Biryara desteserkirina kesê di êrişa li Parîsê de 3 Kurd kuştin û 3 kesên din jî birîndar kiribûn, li ser pêşniyara bijîşkan hat hilweşandin û êrîşkar bo klînîka psîkiyatriyê hat şandin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê dozgeriya Parîsê ve hatiye dayîn, bijîşkê ku êrîşkarê 69 salî yê Fransî muayene kiriye, giheştiye wê baweriye ku tenduristiya êrîşkar bi şert û mercên girtîgehê re nagunceve.

Êrîşkarê ku bo klînîka psîkiyatriyê ya li rêveberiya polîsan hatiye şandin, eger rewşa wî ya tenduristiyê destûrê bide, dê ji aliyê dadwerê vekolînê ve, lêpirsîna wî bê kirin.

Roja Înê 23yê Kanûna 2022yan li paytexta Fransayê, Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li taxa Saint Denis a Strasbourgê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 3 Kurdan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku kesên canê xwe ji dest dane Hunermendê Kurd Mîr Perwer, çalakvana jin a Kurd Emîne Kara û Abdurahman Kizil in.

Êrişkar li xwe mikur hat: Ez kesekî nijadperest im

Li gor medyaya Fransayê êrişakarê bi navê "William M." yê 69 salî li cihê bûyerê hat desteserkirin. Êrîşkar welatiyê Fransayê ye û di Kompanya Rêhesinê ya Neteweyî ya Fransayê (SNCF) de wek şofêrê trênê malnîşîn bûye.

Li gorî nûçeya France Info, êrişkarê Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ji polîsê ku ew desteser kiriye re gotiye ku ew kesekî nijadperest e û li xwe mikur hatiye ku wî bi zanebûn Kurd kirine armanc.

Êrîşkar berê jî êrîşeke bi şûr kiriye

Hat ragihandin êrîşkar di 8ê Kanûna 2021an da bi şûr êrîşî kampeke koçberan a li herêma 12emîn a Parîsê kiriye û bi tohmeta "êrîşa nîjadperest a bi gulebaranê" lêpirsînkirin hatiye destpêkirin û paşê hat bi şertê kontrola edlî hatiye berdan.

Êrîşkarê ku piştî êrîşa bi şûr hat girtin, di 12ê Kanûnê de bi şertê kontrola edlî ji girtîgehê hatiye berdan û hilgirtina çekê lê hatiye qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst