Civînên xula nû ya Komîteya Destûrê ya Sûriyê destpê kirin

25-01-2021
HUSÊN OMAR
Civînên Komîteya Destûrû dê 5 rojan berdewam bikin
Civînên Komîteya Destûrû dê 5 rojan berdewam bikin
Nîşan Komîteya Destûra Sûriyê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Cinevê, pêncemîn xula civînên komîteya Destûrî ya Sûriyê birêve diçe. Civînên vê xulê di demekê de tên lidarxistin ku nakokî di navbera pêkhateyên opozisyona Sûriyê di nav komîteyê de kûr û aşkere bûne.

Her yek ji platformên Qahîre û Moskowê û Desteya Hemahengiyê di nameyeke hevbeş de, daxwaz li Geir Pedersen, Şandeyê Neteweyên Yekbûyî kirine ku desttêwerdanê di çareseriya van nakokiyan de bike.

Îtîlafa opozisyonê ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştevanîkirin, hersê pêkhateyên navborî tometbar dikin ku dixwazin çareseriyeke bi dilê Beşar el-Esed û Rûsyayê qebûl bikin.

Derbarê pêşbîniyên ji vê xola civînan tên kirin, Farûq Hecî Mistefa ku wekî nûnerekî civaka sivîl çendîn civînên amadekar beşdar bûbû, di dema beşdarbûna xwe di bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê got, tu pêşketin nayên pêşbînîkirin.

Farûq Mistefa, Rêveberê Saziya Berçav, dibêje, “Dê tiştek dernekeve mîna civînên berê ji 1 ta 4. Ji ber ku pêşiya wê şaş e. Niha sînorên wê diyar kirine, dê qalib danin, her kesê rûpelên xwe pêşkêş kiribûn. Di navbera nêrînan de cudahiyeke mezin heye.”

Derbarê nakokiyên di navbera pêkhateyên Opozisyonê, Hewas Egîd, nûnerê ENKS di desteya danûstandinkar de, di dema beşdarbûna xwe di heman bernameya Radyoya Rûdawê ew nakokî bi hebûna hêzên cuda li ser xaka Sûriyê girê dan.

Hewas Egîd, Nûnerê ENKS di Desteya Danûstankar a Îtîlafa Sûriyê de dibêje, “Herdu şandên (opozisyonê) din nêrînên cuda di hundirê wê de hene, nakokî hene. Nekarîne heta niha nêzikî yek nêrîn û helwestê bibin di danûstandinên bi rejîmê re li ser pêkanîna destûra Sûriyê ya pêşerojê.”

Li gor ajandaya pêşwext, pêncemîn xula civînên Komîteya Destûrû dê 5 rojan berdewam bikin. Di civînan de, dê ji bo yekemîn car prensîpên bingehîn ên destîrî bên gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst