Banga Kurdên Ewropayê: 'Ji xeynî federasyonê Sûriye bi rê ve naçe'

2 demjimêr berê
Zinar Şîno
Xwenîşandana li Kolnê / Wêne: Rûdaw
Xwenîşandana li Kolnê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurd Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Koln (Rûdaw) - Li bajarê Kolnê yê Almanyayê, Kurdên diyasporayê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê xwenîşandanek li dar xist û bang li cîhanê kirin ku li hemberî êrişan bêdeng nemînin.

Dayê Leyla, jineke ji Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê ku deh sal in li Almanyayê dijî, bi du keziyên xwe yên hinekirî ku li bayê dihejiyan, tevlî xwenîşandanê bû û hêrsa xwe ya li hemberî wan kesên ku bêrêzî li keç û jinên Kurd kirine anî ziman.

"Îro bi milyonan gulî hene"

Dayê Leyla hestên xwe wiha anîn zimên, “Yên ku guliyên keç û jinên Kurd qut kirin.

Îro bi milyonan gulî hene. Em dê ji wan kezî çêbikin. Me got kuştin ne mêranî ye, me banga biratiyê kir."

Kurdên ku li welatên Ewropayê dijîn, ji helwesta hikûmetên wan welatan ên ku îdiaya demokrasî û mafên mirovan dikin, nerazî ne.

“Her ku dengê me li vir bilind bibe, hêza wan li wir zêdetir dibe”

Roj welatiyeke ku li Holandayê dijî wiha got, “Ewropa tu carî dev ji piştgiriya gelê xwe yê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bernade.

Her ku dengê me li vir bilind bibe, hêza wan li wir zêdetir dibe.

Peyama min ji bo Başûrê Kurdistanê, ji bo Serokê rêzdar Mesûd Barzanî ye: Tu carî pişta me bernede, em bi te re ne.”

Kemend, welatiyeke ku li Almanyayê dimîne, li ser helwesta Amerîkayê axivî û got:

"Ew neheqiya ku niha bi taybetî Amerîka li hemberî Kurdan dike, bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Bi rastî ji bo me pêwîst e em bibin yekdeng, li şûna ku em şerê hizbatiyê bikin."

Daxwaza federasyonê

Xwenîşanderan diyar kirin ku mafên welatîbûnê yên asayî têra wan nakin û daxwazên wan mezintir in.

Berpirsê Komeleya Kurdî ya li bajarê Leverkusenê Bavê Rodî wiha axivî:

"Kurd xwedî zimanê xwe ne, li ser axa xwe ne. Ev mafên ku dane wan, ne besî wan in.

Mafê wan federalî ye, mafê wan ew e ku li ser axa xwe îdareya xwe bikin."

Dr. Hikmet Axa, kesayetiyekî ji diyasporaya Kurd a li Almanyayê, tekezî li ser heman daxwazê kir û got:

"Em dixwazin ber bi federasyonê ve biçe. Eger federasyon nebe, nayê qebûlkirin.

Ji ber ku Kurdên me yên Rojava zêdetirî hezar sal e li ser axa xwe ne.

Ne tenê Ereb hene; Kurd, Durzî, Elewî, Îsmaîlî, Ermenî, Çerkez, Aşûrî û Kildanî hene.

Ango gelek milet hene. Ji xeynî sîstemeke federal a nenavendî, Sûriye bi rê ve naçe."

Piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê ji aliyê diyasporaya Kurdî ya ji hemû parçeyan ve bê navber didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst