Hewlêr (Rûdaw) - Li Îsraîlê li gorî encama hilbijartina pêşwext ya ku di 23ê Adarê pêk hat, tu partiyek ji bo ku bi tena serê xwe bibe desthilat deng bi dest nexistin.
Lî îsraîlê Komisyona Navendi ya Hilbijartinê encamên hilbijartina ku roja Sêşemê pêk hat, bi raya giştî re parvekir.
Li gorî daneyên Komisyonê Partiya Likud ya di bin serokatoya Serokwezîr Benjamin Netanyahû ji bo parlamentoya bi 120 kursiyan, 30 kursî bidest xist û di hilbijartinê de bû partiya yekem lê ji bo tena serê xwe bibe dest hilat ev hejmar têrî wî nake.
Serokê partiya Yesh Atid (Pêşeroj Heye) Yair Lapid hevrikê Netanyahu yê herî mezîn, di hilbijartinê de 17 palamenter derxist. Partiya Şas bi 9 kursiyan bû sêyemîn. Yekîtiya Cihûyên Tewratê 7 û Ayîna Siyonîzmê jî 6 kursî bidest xistin.
Tevî partiyên ku li bendê ne piştgiriyê bidin Netanyahû bi giştî hejmara kursiyên wan digihîje 59 kursiyan ku ev ji bo koalisyonê têr nake. ji bo tena serê xwe bibe desthilat an jî hikûmeteke koalîsyonê çê bikê divê herî kêm 61 bidest bixin.
Li aliyê din koalisyona ku li dijî Netanyahû hikumetê ava bike hejamara kûrsiyên wan têr dike lê ev îhtîmalek pir zehmet e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse