Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Washingtonê Sînem Mihemed û Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li paytexta Amerîkayê li hev civiyan.
Sînem Mihemedê li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê derbarê hevdîtinê de peyamek belav kir.
Sînemê diyar kir ku ew bi hevdîtina li gel Sefîn Dizeyî kêfxweş bûye û got, “Hevkariya di navbera Kurdan de ji her demê girîngtir e.”
Divê were gotin ku piştî rûxîna desthilata Esed, paşeroja Rojavayê Kurdistanê û yekîtiya Kurdan bûye rojeveke germ.
Li hêla din, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihandibû ku wan ji Amerîkayê sîstema parastinê xwestiye.
It was my pleasure meeting with Foreign Minister @SafeenDizayee at yesterday’s @GoldInstituteIS Security and Diplomacy Conference. Cooperation amongst Kurds is now more essential than ever. pic.twitter.com/kkv06fLelE
— Sinam Mohamad (@sinam56) July 25, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse