Spanya ji bo parastina fîloya Xezeyê keştiyeke leşkerî dişîne

25-09-2025
RÛDAW
Nîşan Fîloya Sumudê ya Cîhanî Spanya Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ragihand ku welatê wî dê sibe ji Bendera Cartagenayê keştiyeke leşkerî bişîne da ku Fîloya Sumudê ya Cîhanî ya ku ber bi Xezeyê ve diçe biparêze.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez piştî civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da çapemeniyê.

Pedro Sanchez got, “Keştiyeke operasyonên deryayî ya ku bi hemû çavkaniyên pêwîst hatiye dabînkirin, sibe dê ji Cartagenayê bi rê bikeve da ku alîkariya fîloyê (Fîloya Sumudê ya Cîhanî) bike û operasyoneke rizgarkirinê pêk bîne.”

Piştî Îtalyayê Spanyayê jî biryar da

Medyaya Spanyayê jî di nûçeyên xwe de dibêjin piştî Îtalyayê, îro hikûmeta Spanyayê jî biryar da ku ji bo alîkariya Fîloya Sumudê ya Cîhanî keştiyeke leşkerî bişîne.

Hat diyarkirin ku çavkaniyên Wezareta Parastinê ya Spanyayê ragihandiye ku ew keştiya leşkerî dê li nav avên navneteweyî kar bike.

Êrişî fîloyê hatibû kirin

Hatibû îdiakirin ku şeva borî Îsraîlê bi dronan êrişî Fîloya Sumudê ya Cîhanî kir ku ji zêdetirî 50 keştiyan pêk tê û bi armanca vekirina korîdoreke alîkariya mirovî û şikandina dorpêça Îsraîlê ya li Xezeyê bi rê ketiye.

Di êrişê de herî kêm 13 teqîn çêbûn lê ti zererên canî çênebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst