Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres tekezî li ser girîngiya wê yekê kir ku pêvajoya "veguhastina siyasî" ya li Sûriyeyê divê bi rêya diyalogeke berfireh û beşdariyeke berfireh bi pêş ve biçe.
Li gorî daxuyaniya Berdevkiya Sekreterê Giştî yê NYyê, Guterres li kêleka Civata Giştî ya 80yemîn a Neteweyên Yekbûyî ya ku li New Yorkê hat lidarxistin, bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.
Di hevdîtinê de, Guterres amaje bi "gavên girîng ên ku di rêya veguhastina siyasî de hatine avêtin" da û girîngiya pêşxistina pêvajoyê bi diyalogeke berfireh û beşdariyeke xurt anî ziman.
Guterres ku bal kişand ser girîngiya parastina serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê, nîgeraniyên xwe yên derbarê binpêkirina peymana ku Sûriyeyê sala 1974an (li gel Îsraîlê) îmze kiriye de jî anî ziman.
Guterres û Şer di hevdîtinê de rêyên bihêzkirina hevbeşiya di navbera NY û Sûriyeyê de û bipêşketinên li Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse