Hewlêr (Rûdaw) - Ji dawiya meha borî ve 81 koçberên Kurd bi komên cuda re ji Herêma Kurdistanê berê xwe daye Lîbyayê.
Bavê yekî ji wan dibêje ku ji 11ê mehê ve agahî ji kurê wî nîne.
Balyozxaneya Îraqê ya Lîbyayê jî radigihîne ku kar û barên vegerandina 23 kesan temam bûne.
Koçber bi du komên cuda hatine desteserkirin.
Komeke ku ji 60 kesan pêk tê zêdetirî 20 roj in ji aliyê grûpeke çekdar ve hatiye girtin û 21 ciwanên din jî zêdetirî du hefte ne ku desteserkirî ne.
Hat zanîn ku hemû koçber xelkê Îdareya Serbixwe ya Raperînê ne.
Mihemed Ebdulrehmanê ku bavê yekî ji koçberan e îro Rûdawê re got:
"Kurê min û 20 hevalên wî 30yê meha borî ji Herêma Kurdistanê derketin û piştî çend rojan ji gihîştina Lîbyayê hatin desteserkirin."
Mihemed Ebdulrehman diyar kir ku ew cara dawî 11ê Îlonê bi kurê xwe re axiviye û du hefte ne agahî jê nîne.
Li gorî agahiyên Rûdawê, ji bo wan 21 welatiyan ji aliyê Balyozxaneya Îraqê ya li Trablusê ve pasaportên derbasbûnê ji bo vegerandinê hatine amadekirin, lê ti kesî ji wan nikaribûye bi malbatên xwe re têkiliyê deyne û dema vegera xwe diyar bike.
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Îraqê Dr. Musenna Emîn ji Rûdawê re got:
"Ji xeynî wan 21 kesan, nêzîkî 20 roj in 61 Kurdên din ji aliyê komeke çekdar ve li Lîbyayê hatine desteserkirin û heta niha ne diyar e ka dê kengî bên vegerandin."
"Balyozxaneya Îraqê bi qestî rêkarên vegerandina Kurdan bi derengî dixe"
Musenna Emînê ku dosyeya wan 81 welatiyan dişopîne, got:
"Ez îro bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê re axivîm, ji ber ku ez hest dikim ku Balyozxaneya Îraqê bi qestî rêkarên vegerandina Kurdan dereng dixe."
Berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Îraqê ya li Lîbyayê Dr. Ehmed Sehaf îro ji Rûdawê re got:
"Rêkarên vegerandina 23 koçberan temam bûne, pasaportên derbasbûnê dane wan û em çavdêriya wan dikin."
Ev ne cara yekem e û îsal çend caran komên din ên ciwanên Kurd li Lîbyayê hatine desteserkirin ku dixwazin ji wî welatî derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse