Hewlêr (Rûdaw) - Piştî mehekê ji Hilbijartinên Parlamentoya Almanyayê, îro endamên xula nû ya parlamentoyê dicivin û serokekî ji xwe re hildibijêrin. Piştî ku Serokê Almanyayê hikûmetê hildiweşîne, daxwazê jê dike heta pêkanîna kabîneya nû, wek hikûmeteke karbirêker kar bike.
Partiya Sosyal Demokrat, Partiya Kesk û Partiya Demokrata Azad ji bo pêkanîna hikûmeta nû dest bi guftuguyan kirine. Ev her sê partî bi tevahî ji 709 kursiyên Parlamentoya Almanyayê, 416 kursî bi dest xistine.
Ji bo diyarkirina siyaseta kabîneya bê û li ser parvekirina wezaretan 22 tîmên karkirinê yê hevbeş pêk anîne.
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Lars Klingbeil, dibêje, “Rewş baş e, lê em dizanin ku her sê partî çi berpirsiyariyên me hene bo bi lez û serkeftiyane giftugoyên pêkanîna hevpeymaniyê bikin û encamekê werbigrin.”
Her sê partî dixwazin heta serê meha Kanûna îsal şêwirmendê nû yê Almanyayê destnîşan bikin û deng li ser bidin da ku ew jî hikûmeta nû ya welêt ragihîne.
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Azad (FDP) Volker Wissing, dibêje, “Hêviyeke me ya mezin heye û dixwazin bi temambûna meha Cotmehê bigihêjin rêkeftinekê bo wê bikaribin şêwirmendekî nû bo Almanyayê hilbijêrin û hikûmeteke nû 6ê Kanûnê pêk bînin.”
Eger gotûbêjên her sê partiyan serkeftî bin, hikûmeta nû radigihînin û piştî 16 salan bo cara yekemîn partiya Angela Merkel dibe opozîsyon û berbijêrê Partiya Sosyal Demokrat Olaf Scholz cihê Merkel digre, ku di hikûmeta niha de cigîrê şêwirmend û di heman demê de wezîrê darayî yê Almanyayê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse