Ji Mehabadê heta FIFAyê: Çîroka serkeftinê ya Dr. Soran Emînî Eqdem

25-10-2025
Hêmin Ebdullah
Hêmin Ebdullah û Dr. Soran Emînî Eqdem
Hêmin Ebdullah û Dr. Soran Emînî Eqdem
Nîşan Dr. Soran Emînî Eqdem FIFA Mehabad FIFA Medical Centre of Excellence
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Dr. Soran Emînî Eqdem, pisporê Kurd ê ji Mehabadê piştî rêwîtiyeke akademîk a serkeftî li Ewropa û Amerîkayê, niha wekî endamê Navenda Bijîşkî ya FIFAyê li Awistûryayê kar dike.

Dr. Emînî Eqdem di bernameya Diyasporayê ya Rûdawê de ji pêşkeşkarê Rûdawê Hêmin Ebdullah re axivî.

Emînî Eqdem bal kişand ser potansiyela Kurdistanê ya di warê bijîşkiya werzişê de û got, "Bijîşkên Kurd dikarin bibin pêşengên bijîşkiya werzişê ya cîhanî."

Rêwîtiya akademîk a berbi lûtkeyê

Dr. Soran Emînî Eqdem nêzîkî 12 salan e li Ewropayê dijî. Rêwîtiya akademîk a Dr. Soran Emînî Eqdem li Zanîngeha Leipzigê ya Almanyayê bi kursa rahêneriya futbolê dest pê kir.

Piştre Dr. Emînî Eqdem ji bo xwendina doktorayê çû Amerîkayê û di dawiyê de doktoraya xwe di beşa "Biyomekanîkê" de li Zanîngeha Friedrich Schiller a Almanyayê wergirt.

Akademîsyenê Kurd Dr. Soran Emînî Eqdem nêzîkî şeş salan li sê zanîngehên navdar ên Brîtanyayê xebitî.

Niha Dr. Emînî Eqdem li bajarê Innsbruckê yê Awistûryayê wekî lêkolîner kar dike.

Navenda FIFAyê û rola pisporê Kurd

Dr. Soran Emînî Eqdem di heman demê de endamê Navenda Bijîşkî ya FIFAyê (FIFA Medical Centre of Excellence) ye.

Ev navend ji gelek pisporên warên cuda pêk tê û xizmetguzariyan pêşkêşî lîstikvanên jêhatî yên Ewropayê dike.

Dr. Emînî Eqdem eşkere kir ku navenda wan ji aliyê FIFAyê ve hatiye pejirandin û mazûvaniya bi dehan lîstikvanên navdar ên kaşûn û futbolê dike.

Dr. Emînî Eqdem got: "Gelek lîstikvanên navdar ji Spanya, Bundesliga, lîgên Almanya û Îtalyayê tên cem me. Innsbruck bi taybetî ji bo lîstikvanên kaşûnê navdar e."

Akademîsyenê Kurd Dr. Soran Emînî Eqdem behsa rola xwe jî kir û got: "Ez wekî pispor di beşa biyomekanîkê de, ango zanista tevgera mirov, karê pişkinînê dikim."

Dr. Emînî Eqdem diyar kir ku encamên van pişkinînan alîkariya bijîşkan dikin da ku biryareke hûrtir li ser vegera lîstikvanan bidin, ji ber ku ew lîstikvanên pir biha ne.

Potansiyela Kurdistanê û banga li rayedaran

Dr. Soran Emînî Eqdem bi xemgînî anî zimên ku li Rojhilatê Kurdistanê derfeteke kar ji bo wî çênebûye.

Akademîsyenê Kurd Eqdem hêvî xwest ku Kurdistan di paşerojê de karibe qîmetê pisporên xwe yên serkeftî zanibe.

Dr. Soran Emînî Eqdem teqezî kir ku ew amade ye ezmûna xwe vegûhêze Kurdistanê û got,"Pêwîstiya me bi derfetekê heye ku em zanist û pêşketina xwe veguhezînin Kurdistanê."

Eqdem Emînî bal kişand ser welatên wekî Qeter û Erebistana Siûdî ku di bijîşkiya werzişê de gavên mezin avêtine û got ku Kurdistan jî dikare di vî warî de pêş bikeve.

 Dr. Soran Emînî Eqdem ji bo Kurdistanê çend warên girîng destnîşan kirine ku ev jî wisa ne:

Zanista tevgerê: Ev zanist ne tenê di werzişê de lê di çêkirina robot û endamên çêkirî de jî roleke sereke dilîze.

Pişkinîna hûr: Pişkinînên zanistî yên hûr alîkariya bijîşkan dikin ji bo danîna protokoleke dermankirinê ya rast.

Baştirkirina asta werzişê: Ev zanist ji bo baştirkirina asta werzişvanan û rêgirtina li ber birîndariyê tê bikaranîn.

Kampên perwerdeyê: Ji ber hewa û xwezaya xwe, Kurdistan dikare bibe cihekî guncaw ji bo kampên perwerdehiyê yên yaneyên cîhanî û tîmên neteweyî.

Dr. Emînî Eqdem hêviya xwe anî zimên ku rojekê ev proje li Kurdistanê bên pêkanîn û Kurdistan bibe navendeke pêşketî ya bijîşkiya werzişê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst