Çîroka malbateke Kurd ku li Belarusê asê maye

25-11-2021
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Malbata Kurd a ji Qamişlo
Malbata Kurd a ji Qamişlo
Nîşan Kurd Malbat Koçber Belarus Qamişlo
A+ A-

Minsk (Rûdaw) - Malbateke koçber ku heyamekê li daristanên ser sînorê Belarus û Polandê asê mabû û niha li Minskê ye, çîroka xwe ji Rûdawê re vegot û ragihand, “Em hatin xapandin.”

Ew malbata xelkê Rojavayê Kurdistanê ji daristanên ser sînorên Belarus û Polandê xwe gihand Mînskê. 

Ferîd, koçber, xelkê Qamişlo, behsa dijwariya wê dema li ser sînor dike û dibêje, “Em 22 rojan li daristanê man. Ne xwarin, ne av, ne pizîşk hebû û em li ser erdê radiketin.”

Leyla, koçber, xelkê Qamişlo, dibêje, “Keçika min a 5 salî ev pirs ji min dikir; `dayê ma rêya Almanya evqas zehmet e`. Min text didan hev û agir pê dixist û hewl dida wan germ bikim.”

Ew xelkê Rojavayê Kurdistanê ne.  Ferîd bi xwe bi fîzîkî astendar e. Hevjina wî nexweşiyên diyabet û tansiyonê pê re hene. Zarokên wan; kurekî 8 salî, keçeke 5 salî hene.

Nêzî mehekî av li laşê wan ketibû. Bê guman, ji bilî ava baranê, ku çendîn şev û roj ser serê wan dibariya. Konê wan jî tune bûye. Wan, kincê xwe yê yedek jî, di tarîtiya şevê de winda kiribûn.   

Ferîd, koçber, xelkê Qamişlo, radigihîne, “Ji me re gotin, `rê gelek xweş e, serbest e`. Min got, `ez nexweş im, hevjîna min nexweş e, zarok li gel min in û ez zarokên xwe naxim metirsiyê. Got, `Nexêr gelek xweş e`. Em hatin xapandin. Ew ên bazirganiyê bi mirovan dikin ne mirov in.”

Li Qamişlo qaçaxçî wan daye bawerkirin, ku rêya ku ew dê li ser sînor peya bimeşin derdora 3 kîlomere ye û soz daye wan ku piştî çend rojan ew dê li Almanyayê bi hev re `berxekê jî bixwin.`

Leyla  koçber, xelkê Qamişlo, dibêje, “Qaçaxçî ji me re got, di nav 2-3 rojan de hûn dê bigihijin Almanyayê. Em dê bo we firavînê çêbikin. Em dê berxekê li ber we amade bikin. Gelek hebûn, digotin eger hûn bigihjin em jî dê li pey we bên.”

Ev xaniyê ku tê de dimînin jî nasekî wan peyda kiriye, rojê 80 dolar kirê didinê.

Leyla  koçber, xelkê Qamişlo, li ser sedema koçkirinê jî diyar dike, “Ji bo pêşerojeke baş ji van zarokan re... lê poşmanî bû û çû. Em ji bo zarokan derketin. Ez nexweş bûm û 2 lawikên min jî berî wan wefat kirin. Veger zehmet e û çûn jî tune ye...Eger ez bigihijim mala xwe, êdî nema dikevim ser vê rêyê.”

Dema vîzeya wan, ji zû de bi ser çûye. Ew dixwazin vegerin Qamişlo. Lê ji bo vegerê vê gavê ne rewşa wan a madî, ne jî ya hiqûqî dest dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst