Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke Brîtanyayê "xwedîkirina ajelan" 7 salan li zilamekî 35 salî qedexe kir.
Ev biryar piştî wê yekê hat ku hat isbatkirin ew bûye sedema mirina marekî û hiştina şeş kûçikan di rewşeke "gelekî xirab" de.
Dadgehê cezayê girtîgehê yê 26 hefteyan li wî kesî birî.
Dadgeha bajarê Sheffieldê yê Brîtanyayê cezayê 26 hefteyan ê girtîgehê da Jake Reillyê 35 salî.
Her wiha dadgehê biryar da ku Reilly 7 salan nebe xwediyê ajelan.
Dîtina marê mirî û kûçikên tî
Li gorî zanyariyên Polîsê Yorkshireya Başûr, meha Sibatê di lêgerîn û pişkinîna xaniyekî li herêma Rotherhamê de, efserên polîs marekî cureyê "Royal Python" di nav qefeseke şûşeyî de mirî dît.
Hat diyarkirin ku mar "ji birçîna" miriye.
Polîs eşkere kir ku li heman cihî şeş kûçik di rewşeke xirab de dijiyan.
Du ji kûçik di nav qefesên pîs de bûn û heta "ava vexwarinê jî ji bo wan nehatibû danîn".
Birêvebiriya Polîsê herêmê amaje bi wê yekê kir ku sê ji kûçik ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên giran "bi neçarî hatin kuştin".
Lê sê kûçikên din dijîn û radestî çend mal û cihên nû hatine kirin ku wan xwedî bikin.
Jake Reillyê ku xelkê herêma Radcliffe on Trentê ye, li pêşberî dadger li her heft tohmetên binpêkirin û tundiya li dijî ajelan mikur hat ku ji aliyê polîs û aliyên pêwendîdar ve lê hatibûn kirin.
Her çi qas cezayê girtîgehê jê re hat dayîn jî dadgehê biryar da ku heta saleke din ceza neyê bicihanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse