Hewlêr (Rûdaw) - Merasîma veşartina Serokê Vatîkanê Papa Francisê pêşengê rûhanî yê Katolîkan tê lidarxistin û Nêçîrvan Barzanî jî ji bo tevlî merasîmê bibe li Vatîkanê ye.
Papa Francis 21ê Nîsanê di temenê 88 salî de ji ber nexweşiyê wefat kiribû.
Ji bo Papa Francis li Meydana Azîz Petrusê, merasima cinazeyê tê lidarxistin.
Ji dinyayê gelek kes beşdarî merasimê dibin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo tevlî merasîma veşartina Papa Francis bibe li Vatîkanê ye.
Her wiha Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û çend serokên din ên cîhanê tevlî merasîmê dibin.
#WÊNE - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo tevlî merasîma veşartina Papa Francis bibe li Vatîkanê ye#PapaFrancisco pic.twitter.com/mC5dY179Yn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 26, 2025
Papa Francis kî ye?
Papa Francis, bi navê xwe yê ji dayikbûnê Jorge Mario Bergoglio, di 17ê Kanûna Pêşîn a 1936an de li Buenos Airesa paytexta Arjentînê hatiye dinê.
Malbata wî bi eslê xwe Îtalî ye, bavê wî karkerê rêya hesinî, diya wî jî xanima malê bû.
Jorge Mario Bergoglio, li Buenos Airesê dest bi xwendina xwe kiriye û di temenekî ciwan de perwerdeya teknîkeriya kîmyayê wergirtiye.
Lê belê di sala 1958an de, ketiye dibistana olî û tevlî terîqeta Cezwîtan bûye û dest bi perwerdeya teolojiyê kiriye.
Bergoglio ku di warên felsefe û îlahiyatê de perwerde dîtiye, di sala 1969an de wekî keşe hatiye tayînkirin.
Piştre di sîstema perwerdeya Cezwîtan de wekî mamoste û birêveber xizmet kiriye.
Di sala 1973yan de wekî Serekkeşeyê Cezwîtên Arjentînê hate tayînkirin û ev peywir 6 sal berdewam kir.
Di sala 1992yan de bû alîkarê piskoposê Buenos Airesê, di 1998an de jî wekî Serekpiskopos hate wezîfedarkirin.
Di sala 2001ê de ji aliyê Papa John Paulê 2yemîn ve nasnava Kardînal lê hate dayin.
Di 13ê Adara 2013an de, piştî îstîfaya Papa Benedictê 16emîn, wekî Papayê 266emîn hate hilbijartin.
Papa Francis, bi vê nasnavê, wekî yekemîn Papayê Latin Amerîkî û yekemîn Papayê ji eslê cezwîtan di dîroka Dêra Katolîk de cih girt.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse