Trump: Em dê ji bo kujeran cezayê îdamê bixwazin

26-08-2025
Nîşan Donald Trump Washington Kujer Îdam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyekê de got ku ew dê ji bo sûcên kuştinê yên li paytext Washingtonê cezayê îdamê bixwazin.

Trump diyar kir ku bi tedbîrên zêde re rêjeya sûcan li paytextê kêm bûye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê ewlehiya paytext Washingtonê de daxuyaniyên girîng dan.

Trump di civîna Kabîneyê ya li Koşka Spî de axivî û da zanîn ku ew dê ji bo kesên ku li Washingtonê kuştinan dikin cezayê îdamê bixwazin.

Trump amaje bi wê yekê kir ku bi tedbîrên zêde yên ku wan standine, rêjeya sûcan li paytextê bi awayekî cidî kêm bûye û di du hefteyên dawî de ti kuştin çênebûne.

Daxwaza Trump bû sedema nîqaşên hiqûqî çimkî li Amerîkayê biryara cezayê îdamê di destê eyaletan de ye.

"Ez ne dîktator im"

Trump destnîşan kir ku ew dê ji bo têkoşîna li dijî sûcan li seranserê welêt tedbîrên tundtir bistînin û got:

"Ez ne dîktator im, tenê dizanim dê çawa rê li ber sûcan bigirim."

"Eger kesek kesekî bikuje em dê cezayê îdamê bixwazin"

Trump daxwaza xwe ya ji bo cezayên tundtir ên ji bo sûcdarên li Washingtonê bi van gotinan anî ziman:

“Li paytext Washingtonê eger kesek kesekî bikuje, em dê ji bo wî cezayê îdamê bixwazin."

Trump bi bîr anî ku li Amerîkayê biryara van cure cezayan di destê eyaletan de ye û diyar kir ku ew dê lêkolîn bikin bê ma ji bo paytextê ew dikarin rêbazeke çawa bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst