Hewlêr (Rûdaw) - Îstîxbarata Ermenistanê û Wezareta Dadê ya Ermenistanê li ser radestkirina 2 HPGyiyan ji bo Tirkiyê daxuyanî dan.
Baskê leşkerî yê PKKê, HPGê di 25ê Îlona 2022an de ragihandibû ku 2 endamên wan ên bi navê Atîlla Çîçek û Huseyîn Yildirim ji aliyê Ermenistanê ve radestî Tirkiyê hatine kirin.
Radestkirina 2 HPGyiyan ji aliyê Ermenistanê ve, di pêvajoya asayîkirina peywendiyên her du welatan de weke jesteke Erîvanê ya ji bo Enqereyê hat nirxandin.
Piştî radestkirinê, Hikûmeta Ermenistanê bû hedefa rexneyên partiyên opozîsyonê. Parlamenterê opozîsyonê Gegham Manukyan li ser medyaya civakî Servîsa Ewlekariya Neteweyî ya Ermenistanê û Hikûmeta Ermenistanê tawanbar kir ku bi Tirkiyê re li ser Kurdan, li hev kirine.
Parlamenterê opozîsyonê Gegham Manukyan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî rexne li radestkirina 2 endamên PKKê yên û got, “Ez ji birayên xwe yên Kurd lêborînê dixwazim.”
Li gorî Manukyan, radestkirin di çarçoveya hevkariya Servîsa Ewlekariya Neteweyî ya Ermenistanê (SNB) û Îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) de pêk hatiye.
Daxuyaniya Îstixbarat û Wezareta Dadê ya Ermenistanê
Servîsa Ewlekariya Neteweyî ya Ermenistanê (SNB) û Wezareta Dadê ya Ermenistanê radestkirina Kurdan bo Tirkiyê red kirin. Di heman demê de, SNB ragihand ku radestkirin "di çarçoveya dozeke tawanê de" hatiye kirin.
Di daxuyaniya Servîsa Ewlekariya Neteweyî ya Ermenistanê (SNB) ya ku di 25ê îlonê da li ser malpera xwe ya fermî hat dayîn de hat gotin, “Em we agahdar dikin ku rexneyên bêbingeh ên li ser Servîsa Ewlekariya Neteweyî ya Ermenistanê ya derbarê radestkirina welatiyên Kurd Atilla Çîçek û Huseyîn Yildirim ji bo Tirkiyê ji aliyê hin kesên ku bi rêya medyaya cur bi cur xebatên civakî-siyasî dimeşînin, tên belavkirin. Ji bo nûçeyên derewîn ên ku bi heman rengî ku bi rastiyê re neguncayî belav dibin, bingeheke wan a qanûnî tune. Em radigihînin ku pêvajoya radestkirina kesên ku di dozên tawanan de hatine mehkûmkirin li derveyî berpirsyariya SNB ye. Servîsa Ewlekariya Neteweyî ya Ermenistanê daxwaz dike û hişyariyê dide ku xwe ji belavkirina dezenformasyonên ku dezgehên hikûmetê bêrûmet dike û ewlehiya derve ya welat têk dibe, dûr bikevin.”
Piştî daxuyaniya îstixbarata Ermenistanê, ji Wezareta Dadê ya Ermenistanê jî daxuyanî hat.
Wezareta Dadê ya Ermenistanê di daxuyaniya xwe de got, “Ji bilî peyama Servîsa Ewlekariya Neteweyî, em ji we re radigihînin ku desthilata Wezareta Dadê heye ku tawanbar bişîne welatê wî ji bo derbaskirina cezayê mayî. Lê Wezareta Dadê Atîla Çîçek û Huseyîn Yildirim neşand Tirkiyê.”
Çi qewimîbû?
Baskê leşkerî yê PKKê, HPGê di 25ê Îlona 2022an de ragihandibû ku 2 endamên wan ên bi navê Atîlla Çîçek û Huseyîn Yildirim ji aliyê Ermenistanê ve radestî Tirkiyê hatine kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê îro di daxuyaniya xwe ya nivîskî de gotibû, “Di Tebaxa 2021an de hevalên me Leheng û Elîşêr li nêzî sînorê Ermenistanê li ser peywira xwe bûn û rastî hêzên dewleta Ermenistanê hatine. Ji bo ku rewşeke neyînî pêk neyê hevalên me hesas tevgeriyane lê piştre hevalên me hatine desteserkirin û girtin. Derbarê hevalê me doz hatine vekirin û hevalên me di warê hiqûqê de têkoşiyane û di 23ê Sibata 2022an de Dadgeha Temyîzê ya Ermenistanê derbarê wan biryara berdanê daye. Hevalên me ji dêvila ku li gorî qanûnên hiqûqa navneteweyî û ya dewleta Ermenistanê divê werin berdan, ji aliyê îstîxbarata Ermenistanê hatine revandin. Di encama hewldanan de soz hatiye dayîn wê hevalên me werin berdan lê mehek berê hevalên me Leheng û Elîşêr ji aliyê dewleta Ermenistanê ve bo dewleta Tirk hatine radestkirin.
Dewleta Ermenistanê bi vê bûyerê hem qanûnên navneteweyî û hem jî hiqûqa xwe ya fermî bin pê kiriye. Ev hevalên me yên şoreşgerên Kurdistanê ji bo parastina hebûna gelê xwe û azadiyê têdikoşin û êşa hemû gelên bindest di dilê xwe de hîs dikin. Ermenistanê ev hevalên me radestî dewleta Tirk a dagirker kiriye û ev tişt ji bo Ermenistanê şermeke mezin e. Bi vî awayî herdû hevalên me ketine destê dewleta Tirk. Lê medyaya şerê taybet a dewleta Tirk ev bûyer wekî operasyoneke MÎT’ê ya serkeftî pêşkêş kiriye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse