IOM: Di navbera salên 2014-2023yan de 63 hezar koçber mirine

27-03-2024
RÛDAW
Nîşan IOM Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Penaberan a Navneteweyî (IOM) di raporekê de ragihand ku di navbera salên 2014-2023yan de li tevahiya cihanê 62 hezar û 285 koçber wenda bûne yan jî mirine.

Rêxistina IOMê rapora xwe ya salane ya derbarê koçberan de belav kir.

IOMê ragihand ku tenê li Deryaya Navîn, bêhtirî 27 hezar koçberan xeniqîne.

Sala 2023yan di nava 10 salan de sala herî dijwar a penaberan bûye.

Di sala 2023yan de 8 hezar û 500 koçberî di rêya ber ber Ewropayê ve de canên xwe ji dest daye.

Ji destpêka 2024an ve jî 553 koçberan di wê rêya penaberiyê de canên xwe ji dest daye.

Li gorî raporê, Efxanî ji wê canjidestdanê di rêza yekem de ne.

Piştî wê Miyanmarî û Etiyopyayî ne.

Di rêza çarem jî de koçberên xelkên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tên ku di dema 10 salên borî de, hezar û 270 koçberî canê xwe ji dest daye.

Li gorî IOMê, ji her 3 koçberan 2 koçber xelkên wan welatan in ku şer û nakokiyên xwînî li wan hene û ji bo paşerojeke baştir, berê xwe didin rêyên metirsîdar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst