Wezareta Derve a Almanya piştî zêdebûna gefên li hemberî rojnamevanên rexnegirên hikûmeta Tirkiyê, tûndûtûjiya li hemberî rojnamevanan şermezar kir
Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve a Almanya piştî zêdebûna gefên li hemberî rojnamevanên rexnegirên hikûmeta Tirkiyê, temamê şêwazên tûndûtûjiya li hemberî rojnamevanan şermezar kir.
Hikûmeta Almanya li ser lîsteyên navên kesayetên opozîsyona Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û got, hejmarek lîsteyên ku navên rexnegirên hikûmeta Tirkiyê têde ne, hene.
Şêwirmendê Wezareta Navxwe ya Almanyayê Helmut Teichmann, bersiva pirsnameya Parlamentera Partiya Çep Hêlin Evrîm Sommer da û got, nîşanên wê yekê hene ku çend lîsteyên navên rexnegirên hikûmeta Tirkiyê belav bûne, lê heta niha tu lîsteyek ji wan negiha ye ber destê Hikûmeta Federal û lêkolîn berdewam e.
Wezareta Derve a Almanya jî piştî zêdebûna gefên li hemberî rojnamevanên rexnegirên hikûmeta Tirkiyê, doh di daxuyaniyekê de gotibû hikûmeta federal, li seranserî dinyayê piştgiriya azadiya ragihandin û raderbirînê dike û temamê şêwazên tûndûtûjiya li hemberî rojnamevanan şermezar dike.
Wrezareta Derve ya Almanyayê û gotiye jî, temamê wan kesên ku li Almanya dijîn, bi çi sedemê dibe bela bibe, divê were misogerkirin ku rastî tûndûtûjiyê neyên.
Serokê Sendîka Rojnamevanên AlmanFrank Uberall jî daxwaz ji Wezîrê Derve Heiko Maas kir ku bangî Balyozê Tirkiyê ê Berlînê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse