Çîroka akademîsyenekî Kurd: Li Zanîngeha Kolnê bû profesor

27-07-2025
Hêmin Ebdullah
Berhem Şewket Mihemed
Berhem Şewket Mihemed
Nîşan Profesor Zanîngeha Kolnê Diyaspora
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hefteya borî li bajarê Kolnê yê Almanyayê, Profesor Berhem Mihemedê xelkê Silêmaniyê, li yek ji zanîngehên herî navdar ên Ewropa û cîhanê nasnavê profesoriyê wergirt.

Bi dehan xwendekaran di bin çavdêriya wî de bawernameyên master û doktorayê wergirtine û niha li Almanyayê wekî bijîşk û akademîsyen dixebitin.

Profesor Berhem Mihemed; çîroka ji Sabûnkeranê ber bi lûtkeya zanistê ya Almanyayê ve

Li nav holên biheybet ên Zanîngeha Kolnê ku yek ji navendên akademîk ên herî mezin û kevn ên Almanyayê ye, akademîsyenekî Kurd bi zimanekî Almanî yê rewan dersa anatomiyê dide bi sedan xwendekarên bijîşkiyê.

Ew Profesor Dr. Berhem Mihemed e ku karwanekî dûr û dirêj û tije ser û binî ji taxa Sabûnkeranê ya Silêmaniyê dest pê kiriye û îro li lûtkeya zanistê ya yek ji welatên herî bibandor ên Ewropayê rawestiyaye.

Çîroka wî, çîroka baweriya bi xwe û derbaskirina hemû astengiyên ku dikevin pêşiya koçberekî ye.

Destpêka karwanê; zîrekiyeke ku li Mûsil û Bexdayê dibiriqî

Berhem Şewket Mihemed sala 1965an li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye.

Her ji destpêka jiyana xwe ya akademîk ve, wekî xwendekarekî zîrek û jêhatî derket pêş.

Sala 1987an bi pileya yekem li ser asta Koleja Bijîşkiya Veterîneriyê ya Zanîngeha Mûsilê der çû ku ev yekem nîşana wê rêya geş bû ku li benda wî bû.

Wî ji bo pêkanîna xewn û xeyalên xwe yên mezin, berê xwe da paytexta Îraqê û sala 1992yan, li Zanîngeha Bexdayê bawernameya masterê ya Zanista Parazîtan (Parasitology) wergirt, dîsa bi pileya yekem li ser asta koleja xwe.

Profesor Dr. Berhem Mihemed piştî vegera xwe ya Kurdistanê, di navbera salên 1988 û 1996an de, wekî asîstan û piştre jî wekî mamoste li zanîngehên Selahedîn û Silêmaniyê xizmet kir lê rewşa wê demê ya Kurdistanê wisa kir ku xewnên wî di nava sînoran de nemînin.

Werçerxana çarenûssaz; koçberî û ezmûna dijwar a Almanyayê

Profesor Berhem sala 1996an, tevî hevjîn û kurê xwe yê 3 mehî, biryareke dijwar dide û ber bi Almanyayê ve koç dike.

Destpêka jiyana wî ya li wir, wekî çîroka hezaran koçberên din tijî astengî bû.

Ew wan rojan bi talî bi bîr tîne û dibêje:

“Dema em gihiştin Almanyayê, ji min re hat gotin ku divê tu bixebitî.

Dema min pirsî karê çawa, di bersivê de hat gotin karê baxçevaniyê û paqijiyê.

Ew gotin wekî ku xencerek li dilê min xistibin bû.

Çavên min tijî hêsir bûn lê min di hundirê xwe de biryarek da, ez ji bo vê yekê nehatime.”

Ew kêliya dijwar, bû xala werçerxanê û handera (teşwîqker) herî mezin ji bo wî.

Li şûna ku teslîm bibe, biryar da ku bi şiyana xwe ya zanistî îsbat bike ku ew hêjayî cihekî mezintir e.

Wî dest pê kir li deriyê zanîngehên mezin ên wekî Bonn, Nurnberg û Hannoverê da.

Dîtina derfetê; hevpeyvîna Zanîngeha Hannoverê

Piştî hewldaneke zêde, li Zanîngeha Hannoverê derfeta hevpeyvînekê jê re hat dayîn.

Dîmen wekî fîlmeke sînemayê bû; 8 profesorên Alman li odeyekê rûniştibûn û ew wekî tekane biyanî di nava wan de bû.

Profesor Berhem wisa tîne ziman:

“Almaniya min wê demê pir lawaz bû, tenê 2 sal bûn ez li vir bûm lê hevpeyvîn bi zimanê Îngilîzî hat kirin.

Profesorekî wan ku mirovekî pir birêz û Kurddost bû, piştî gotûbêjeke zanistî ya kûr, heyranbûna xwe ya ji şiyanên min re veneşart û yekser got, em te dixwazin.”

Ev ew werçerxan bû ku rê ji wî re vekir.

Zanîngeha Hannoverê piştgirî da wî û hevdem bi xebatê re, dest bi xwendina doktorayê kir.

Gihîştina lûtkeya akademîk; bawername li pey bawernameyê

Profesor Berhem tenê bi bawernameya doktorayê nesekinî, wî bi awayekî sîstematîk hemû pileyên akademîk ên Almanyayê bi dest xistin ku bidestxistina wan ji bo Almanan bi xwe jî ne karekî hêsan e.

Ew niha xwediyê van bawername û nasnavên zanistî ye:

- Doktora (Dr. rer. nat.): Di zanistên xwezayî de.

- Habilitation: Bilindtirîn bawernameya akademîk a Almanyayê ku şertê sereke ye ji bo bûna profesor.

- Venia Legendi: Mafê fermî yê dersdayîna serbixwe ya li zanîngehê.

- Pisporiya 5 salî: Di bijîşkiya veterîneriyê de, piştî temamkirina doktoraya xwe.

- Approbation: Destûra fermî ya bijîşkiyê ku rê dide wî li hemû welatên Yekîtiya Ewropayê klînîkan veke.

Profesor Dr. Berhem Mihemed bi ken dibêje:

“Êdî bi rastî ti nasnav û bawernameyên akademîk li Almanyayê neman ku min bi dest nexistibin lê em tu carî ji lêkolîna zanistî nawestin û niha jî ez li ser du lêkolînên nû dixebitim.”

Bandora li ser nifşê nû; “Li her nexweşxaneyê xwendekarên min hene”

Profesor Dr. Berhem Mihemed ji sala 1999an ve li Zanîngeha Kolnê ku nêzîkî 73 hezar xwendekarên wê hene, dersan dide.

Ew şanaziyê bi wê bandora ku li ser nifşê nû yê bijîşkên Almanya û Ewropayê kiriye, dike.

Profesor Dr. Berhem Mihemed li ser vê yekî jî anî ziman:

“Gelek ji xwendekarên min niha bi xwe bûne profesor û bijîşkên payebilind.

Bi şanazî dibêjim, dema ez diçim nexweşxaneyeke Almanyayê, xwendekarên min lê ne û bi rêzdarî min pêşwazî dikin.”

Ew sira serkeftina xwe û rêza Almanan a ji bo karê wî vedigerîne dilsozî û jêhatîbûnê.

Profesor Dr. Berhem Mihemed da zanîn:

“Li vir kes pirs nake ku tu reş î an spî, xelkê kû yî?

Tenê li wê dinêrin ku tu çi xizmetê pêşkêş dikî û şiyana te ya zanistî çi qas e.”

Dil li Kurdistanê, laş li diyasporayê

Tevî van hemû serkeftinên mezin ên li Almanyayê, dilê Profesor Berhem hîn jî li Kurdistanê û ji bo Kurdistanê lêdide.

Profesor Dr. Berhem Mihemed anî ziman:

“Ruh û dilê min her tim li Kurdistanê ye.

Ez çend vegeriyame û min hewl daye xizmetê bikim lê mixabin jîngeha lêkolîna zanistî ya bipêşketî li wir hîn ne wekî pêwîst e.”

Ew li xwe mikur tê ku jiyana civakî li Kurdistanê cuda ye.

Berhem Mihemed li ser jiyana civakî ya Kurdistanê got:

“Jiyan bi rastî tenê li Kurdistanê xweş e; li cem heval û xizm û kesan. Li vir ji ber mijûliya zêde, pêwendiyên civakî pir kêm in.”

Çîroka Profesor Berhem Mihemed, ne tenê çîroka serkeftina takekesekî, çîroka îradeya neteweyekê ye ku di hundirê her takekesê wê de heza fêrbûn û gihîştina lûtkeyê pêlan dide.

Ew mînakeke zindî ye ku îsbat dike ku takekesê Kurd dema derfet jê re çêbibe, dikare li ser asta cîhanê bibe stêrkeke geş.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst