Yunanistanê yasayeke nû ya li dijî koçberan derxist

27-07-2025
Hêmin Ebdullah
Nîşan Yunanistan Koçberî Dersînorkirin
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Yunanistanê yasayeke nû ya li dijî koçberan qebûl kir û li gorî wê, her koçberê ku bi awayekî neyasayî bigihêje wî welatî yekser dê were desteserkirin û dibe ku heta 5 salan cezayê girtîgehê lê were birîn.

Her wiha serlêdanên penaberiyê heta 3 mehan hatin rawestandin û heta niha zêdetirî 190 kesî hatine desteserkirin.

Yasaya nû di rûniştina 11ê vê mehê de li Parlamentoya Yunanistanê hat qebûlkirin û vê hefteyê kete meriyetê.

Li gorî yasayê, heta 3 mehan ti serlêdanên penaberiyê ji koçberan nayên wergirtin.

Gelek koçber ji bo ku neyên desteserkirin û dersînorkirin, daxwaza mafê penaberiyê dikin.

Bi vê yekê, Yunanistan li gorî yasayên Yekîtiya Ewropayê neçar dimîne ku wan dersînor neke û wekî penaxwaz miameleyê bi wan re bike.

Armanca yasaya nû ew e ku rê li ber vê yekê bigire.

Ev biryar li ser asta navneteweyî û di nava Yunanistanê bi xwe de jî rastî rexneyên tund hat.

Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Yekîtiya Ewropayê û rêxistinên wekî Amnesty Internationalê jî dibêjin ku biryar li dijî yasayên Yekîtiya Ewropayê û peymanên parastina mafên koçberan e.

Li parlamentoyê, partiyên mixalefetê bi 74 dengan li hemberî 177 dengan li dijî yasayê deng da û ji bo betalkirina wê dest bi kampanyayekê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst