Ji ber sersariya ajokar 25 kes mirin, 27 kes jî birîndar bûn

27-08-2025
Nîşan Efxanistan Qeza Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kabula paytexta Efxanistanê di qezaya ku otobuseke rêwiyan wergeriya de 25 kesan canê xwe ji dest da û 27 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Tolo Newsê, Berdevkê Wezareta Karên Navxwe yê Efxanistanê Ebdulmetîn Qanî derbarê qezaya trafîkê ya li Kabulê daxuyanî daye.

Qanî ragihandiye ku otobusa rêwiyan ji rê derketiye û wergeriyaye û di qezayê de 25 kes mirine û 27 kes jî birîndar bûne.

Qanî anî ziman ku sedema qezayê xemsariya ajokar bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst