Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji malbatên qurbaniyên şewata li Hemdaniyeyê re sersaxî xwest.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji Serokkomarê Îraqê Abduletîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û malbatên qurbaniyên şewata li Hemdaniyeyê re sersaxî xwest.
Malpera Serokatiya Rûsyayê ragihand:
“Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji ber şewata trajîk a li Hemdaniyeyê ku gelek kes tê de bûne qurbanî sersaxiyê dixwaze.”
Pûtîn di peyama xwe de sersaxî ji Serokkomar û Serokwezîrê Îraqê re xwest û ji hemû birîndaran re jî şifa xwest.
Şeva borî agir bi holeke dawetê ya li navçeya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ket û di encamê de zêdetirî 100 kesî canê xwe ji dest da û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn.
Alîkarê Rêveberê Tenduristiyê yê Nînowayê Dr. Ehmed Duberdanî ji Rûdawê re ragihand ku herî kêm 113 mirî û bi sedan birîndar hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse