Koma Chamosê muzîka Kurdî digihîne festîvalên cîhanê

27-09-2025
Hêmin Ebdullah
Şalaw Sofî û Guido van Nistelrooy\ Wêne û Vîdeo:Rûdaw
Şalaw Sofî û Guido van Nistelrooy\ Wêne û Vîdeo:Rûdaw
Nîşan Şalaw Sofî Guido van Nistelrooy Koma Chamosê
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Koma muzîkê ya Kurdî-Holandî Chamos, ku bi tevlîhevkirina awazên Kurdî û muzîka elektronîk nav daye, beşdarî festîvalên mezin ên Ewropayê dibe û bi enerjiya xwe bi sedan ciwanên ku Kurdî nizanin jî dixe govendê.

Kom niha di nav geşteke hunerî ya mezin de ye ku ji Ewropayê heta Asyayê û Herêma Kurdistanê li xwe digire.

Koma Chamosê ji du endamên sereke pêk tê: Şalaw Sofî, Kurdekî ji Kerkûkê ye ku 25 sal in li Holandayê dijî û Guido van Nistelrooy, muzîkjenekî Holandî.

Wan di sala 2018an de bi armanca ku çand û strana Kurdî bi rêya muzîka elektronîk bigihînin tevahiya cîhanê dest bi projeya xwe kir.

Şalaw Sofî bû Guido van Nistelrooy bûn mêvanê Rûdawê.

Şelaw Sofî got, "Em strana Kurdî bi muzîka elektronîk re tevlihev dikin.

Em van ahengan li tevahiya cîhanê li dar dixin da ku nîşanî hemû cîhanê bidin ku strana Kurdî çi ye, çanda Kurdî çi ye."

Guido van Nistelrooy, ku biraziyê lîstikvanê navdar ê Holandayî Ruud van Nistelrooy e, tekezî li ser enerjî û hêza muzîka Kurdî kir û got, "Ez her dem ji muzîka Kurdî hez dikim, îlhameke mezin jê werdigirim û hez dikim wê bi muzîka club û elektronîk re tevlihev bikim û li seranserê cîhanê belav bikim."

Ew her wiha tekez dike ku pêşwaziya xelkê hem li Kurdistanê û hem jî li Ewropayê pir germ e, ji ber ku muzîka wan enerjiyeke mezin dide mirovan.

Koma Chamosê bi projeya xwe ya bi navê "From Hawler to Amsterdam" (Ji Hewlêrê heta  Amsterdamê) zêdetir hat naskirin.

Şalaw Sofî sedema vê navlêkirinê wiha şirove dike: "Me xwest dema xelkê Kurdistanê wê bibîne yekser bizanibe ku ev projeya kesekî Kurd e.

Em dixwazin xelk li Ewropayê jî bizanibe ev ji ku tê, ji ber ku Hewlêr li Ewropayê zêdetir tê naskirin; paytexta Başûrê Kurdistanê ye."

Geşta Cîhanê û konsera li Hewlêrê

Niha Koma Chamosê di nav geşteke dijwar a hunerî de ye. Wan şeva borî li bajarê Kolnê yê Almanyayê konserek da û berê xwe didin Helsinkiya Fînlandayê û paşê jî diçin Hamburgê.

Di 6ê Çiriya Pêşîn a 2025an de, kom dê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê vegere û konsereke mezin li dar bixe.

Ev serdana wan a duyemîn a Kurdistanê ye di nava salekê de. Guido derbarê serdana xwe ya yekem a Kurdistanê de got, "Pir bi dilê min bû; çand, xwarin û muzîk. Min li Kurdistanê gelek muzîkjen dîtin û em bi wan re di têkiliyê de ne da ku di pêşerojê de bi hev re kar bikin."

Piştî konsera Hewlêrê, kom dê di 11ê Çiriya Pêşîn de geşteke sê hefteyî bo Asyayê bike û serdana Jakarta, Malezya û Sîngapûrê bike. Her wiha ew dê cara yekem li Misirê jî derkevin ser dikê.

Li gel vê geşta hunerî, Koma Chamosê dê di 5ê Çiriya Pêşîn a 2025an de remîksa strana "Dilê min teng e" ya hunermend Karwan Hewramî jî belav bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst