Li Endonezyayê erdhejeke bi hêza 6,6 pileyan çêbû

27-11-2025
Nîşan Endonezya Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Girava Simeulueyê ya li başûrrojavayê herêma Açeyê ya Endonezyayê erdhejeke bi hêza 6,6 pileyan rû da.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) eşkere kir ku navenda erdhejê nêzîkî 45 kîlometreyan li bakurrojavayê bajarokê Sinabangê yê li Girava Simeulueyê ye.

Di erdheja bi hêza 6,6 pileyan de ku di kûrahiya nêzîkî 26 kîlometreyan de çêbûye, ti ziyanên canî yan madî nehatin ragihandin.

Li aliyê din, Saziya Meteorolojî, Avhewa û Jeofîzîkê ya Endonezyayê (BMKG) di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku erdhej di kûrahiya 10 kîlometreyan de û bi mezinahiya 6,3 pileyan çêbûye.

Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst