Hewlêr (Rûdaw) - 15 parlamenterên Skotlandê bi rêya danezaneke dilgiraniya xwe ya li hemberî êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê anî ziman.
Wan daxwaz kir ku hikûmeta Skotland û Brîtanyayê ji bo parastina canê Kurdên wê herêmê hevahengiyê bikin.
Sê frakisyonên sereke yên li Parlamentoya Skotlandê ku ji Partiya Keskan, Partiya Karker û Partiya Nîştimanî ya Skotlandayê (SNP) pêk tên, îro yadaşteke nerazîbûnê îmze kir.
Di danezana ku îmzeya 15 parlamenteran li ser e de, êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li Rojavayê Kurdistanê bi tundî hatin şermezarkirin.
Wan bi taybetî bal kişand ser rewşa xerab a mirovî ya li Kobanî û deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
"Dilgiraniya kûr"
Li gorî danezana ku arasteyî aliyên pêwendîdar hatiye kirin, parlamenterên Skotlandayê dibêjin:
"Parlamentoya Skotlandê dilgiraniya xwe ya kûr derbarê wan raporan tîne ziman ku behsa berdewamî û xirabtirbûna rewşa Bakurê Sûriyeyê dikin.
Di raporan de tê gotin ku welatiyên sivîl ên Kurd û şervan bûne hedef û hatine kuştin."
Di beşeke din a danezanê de hat diyarkirin ku hêzên ser bi hikûmeta Sûriyeyê û komên çekdar, "miameleya nemirovî" li şêniyên herêmê kiriye.
Daxwaza hevahengiyê
Parlamentoya Skotlandê daxwaz kir ku asta alîkariyên mirovî ji bo koçberên Kurd were zêdekirin, bi taybetî jî ji bo jin û zarokan ku mexdûrên sereke yên şer in alîkarî zêde bibin.
Her wiha parlamenteran bangî hikûmeta Skotlandayê kir û got:
"Ji bo pêdiviyên parastina canê xelkê, lêpirsîna yasayî ya ji tawanbaran û gihandina alîkariyên mirovî, ji nêz ve li gel Hikûmeta Brîtanyayê hevahengiyê bike."
Danezana wan ev e:
"Parlamentoya Skotlandê dilgiraniya xwe derbarê wan raporan de tîne ziman ku behsa berdewamî û xerabtirbûna rewşa Bakurê Sûriyeyê dikin.
Ew rapor amaje bi wê yekê dikin ku welatiyên sivîl ên Kurd û şervan bûne hedef û hatine kuştin.
Her wiha hêzên bi ser hikûmeta Sûriyeyê ve û komên wan ên çekdar miameleya nemirovî li wan kiriye.
Parlamentoya Skotlandê daxwaza zêdekirina asta alîkariya mirovî ji bo koçberên Kurd dike, bi taybetî jî ji bo jin û zarokan.
Di heman demê de, em hikûmeta Skotlandayê teşwîq dikin ku ji bo pêdiviyên parastina can, lêpirsîna yasayî û gihandina alîkariyên mirovî, ji nêz ve li gel Hikûmeta Brîtanyayê hevahengiyê bike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse