Swêd: Biryara xwefesixkirinê erênî ye

28-05-2025
RÛDAW
Nîşan Swêd PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Swêdê ji Rûdawê re ragihand ku ew biryara xwefesixkirinê ya PKKyê erênî dibînin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 12ê Gulanê biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Wezareta Karên Derve ya Swêdê derbarê biryarên PKKyê ji Rûdawê re got:

“PKK ji aliyê Swêd û Yekîtiya Ewropayê ve wekî rêxistineke terorîst hatiye polînîzekirin.

Hikûmet jî hemû cureyên terorîzmê şermezar dike.

Helbet erênî ye ku PKKyê ragihandiye ku ew dê rêxistina xwe fesix bike lê girîng e ku encam bibe bidawîhatina hemû çalakiyên terorîstî."

Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst