NORWEÇ - Lîstikvanê Kurd ji bo xelata herî baş a sînemayê hatiye namzedkirin

28-06-2025
Hêmin Ebdullah
Hemze Agoşî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hemze Agoşî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hemze Agoşî Norweç My Uncle Jens
A+ A-

Dusseldorf – Lîstikvanê Kurd Hemze Agoşî ku di fîmê My Uncle Jens de rola sereke wergirtiye li Norweçê ji bo xelata baştirîn aktorê fîlmên sînemayê hatiye namzedkirin.

Hemze Agoşî di hejmareke rêzefîlm û fîlmên Norweçê de rol wergirtiye. Ew bi salan Pêşmergeyê Kurdistanê bû, piştî ku hat diyasporayê, li kêleka nivîsên xwe yên balkêş aktoriyê jî dike.

Ew 2 caran li Norweçê wekî baştirîn aktorê warê dramayê hatiye hilbijartin lê vê carê ji bo xelata Amanda ya baştirîn aktorê sînemayê namzed e.

Ji bilî vê jî fîlmê dawî yê ku Agoşî tê de rol lîstiye, dê hefteya bê li bajarê Munchenê di festîvala fîlman de bê nîşandan. Derfeteke baş e ji bo kesên li wir ku biçin fîlma (My Uncle Jens an bi gotina Kak Hemze -Mam Wêns) bibînin.

Hemze Agoşî ji Norweçê bû mêvanê bernameya Diyasporayê û di vê derbarê de got:

"Xelata Amandayê mezintirîn xelata sînemayê li Norweçê ye û salane pêşkêşî komek aktor, dîzayner, produser, derhêner û kameramanan tê kirin.

Ev xelat ji sala 1985an ve ji bo fîlmên Norweçê û biyanî tê dayîn û xelat peykerê jinekê ye wekî semboleke bilind a hunera welatê Norweçê ye."

Hemze Agoşî da zanîn ku hevrikên wî du aktrîsên Norweçî ne û di 16ê Tebaxa îsal de xelat dê ji kesê serketî re bê dayîn.

“Min berê di warê dramayê de 2 xelat wergirtine”

Hunermendê Kurd Agoşî her wiha got, "Min berê du xelat di warê dramayê de wergirtine di salên 2021 û 2024an de ku ew jî Çarçoveya Zêrîn bûn.

Ew xelatên televîzyonî bûn ji bo dramayê lê ya Amandayê ya sînemayê ye."

Hemze Agoşî li ser nîşandana fîlm a li Festîvala Navneteweyî ya Munchenê jî wiha got:

"Di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Munchenê de salane 200 fîlm beşdar dibin piştî Festîvala Fîlman a Berlînê li Almanyayê duyem festîvala herî mezin a fîlman e.  

Bi sedan rexnegir beşdar dibin û fîlmê My Uncle Jens dê di 3yê meha bê de yekem car di festîvalê de bê nîşandan û paşê di 5ê Tîrmehê de dê dîsa bê nîşandan."

Agoşî diyar kir ku fîlmê My Uncle Jens li Amerîka, Îtalya û Norweçê hatiye nîşandan û pêşwaziyeke mezin lê hatiye kirin û di nêzîk de dê li London û Stockholmê jî bê nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst