NY: 1,2 milyon Efxan hatine dersînorkirin

28-06-2025
RÛDAW
Nîşan Efxan Koçber Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku îsal ji aliyê Îran û Pakistanê ve herî kêm 1,2 milyon koçberên Efxan ên neyasayî li welatê xwe hatine vegerandin û hişyarî da ku ev rewş dikare li Efxanistanê bibe sedema nearamiyê.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), derbarê rewşa koçberên Efxan de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îsal 1,2 milyon penaberên Efxan ku ji nîvî zêdetirê wan ji Îranê hatine dersînorkirin.

Nûnerê UNHCRyê yê Efxanistanê Erefat Cemal, bal kişand ser wê yekê ku hejmareke mezin a koçberên Efxan ji cih û warên xwe bûne.

Cemak her wiha hişyarî da ku vegereke bi vî rengî mezin, dikare li Efxanistanê bibe sedema nearamiyê.

Cemal destnîşan kir ku ew bi taybetî ji ber sînordarkirina mafên bingehîn ên jin û keçan ên wekî perwerde û kar, bi fikar in.

Pirsgirêka penaberên Efxan

Pêla penaberên Efxan a ku piştî dagirkirina Efxanistanê ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve di sala 1979an de ber bi Îranê ve dest pê kir, ji ber dagirkeriya Amerîkayê, şerên navxweyî û nearamiyê ev nêzî 42 sal in berdewam dike.

Bi taybetî di salên dawî de, ji Efxanistana ku pirsgirêkên ewlehî, siyasî û aborî tê de hene, herikîneke zêde ya koçberên neyasayî ber bi Îranê ve çêbû.

Rayedarên Îranê didin zanîn ku li gorî daneyên nefermî, li welêt nêzî 5 milyon Efxan hene û gelek ji wan koçberên neyasayî ne.

Îrana cîranê Efxanistanê ye li ser dest bi lêkirina dîwarekî bi dirêjahiya 930 kîlometreyan kiriye.

Îranê diyar kiribû ku dersînorkirina koçberên neyasayî yên ku bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt dibin, di nav pêşîneyên wê de ye û dê di vî warî de "Saziya Koçê ya Neteweyî" ava bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst