Li Bedlîsê 108 koçber hatin dersînorkirin

06-11-2024
RÛDAW
Nîşan Koçber Bedlîs Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, 108 koçberên ku mehên îlon û çiriya pêşîn hatibûn desteserkirin, hatin dersînorkirin.

Parêzgariya Bedlîsê ragihand ku mehên Îlon û Çiriya Pêşîn ên 2024an di operasyonên cuda de 108 koçber û 24 qaçaxçiyên koçberan hatine desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê koçberên desteserkirî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Bedlîsê kirin û 24 qaçaxçî piştî karên îfadewergirtinê jî veguhastin dadgehê.

Dadgehê derbarê 4 kesan de bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan biryara girtinê da û 20 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.

108 koçber jî piştî karên yasayî hatin dersînorkirin.

Lê behsa wê yekê nehatiye kirin bê ma ew koçber ji kîjan welatan bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Salih Muslim / Wêne: Arşîv

Salih Muslim li ser Tehrîr El Şamê axivî: ‘Em amade ne’

Salih Muslim anî zimên ku Tehrîr El Şam ji Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya ku Tirkiye piştgiriyê didiyê nêzîktirî lihevhatinê ye