Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên Fransayê drama koçberan didome û Kurd jî di nav de gelek koçber hewl didin bi kelekan (qeyik) biçin Brîtanyayê.
Li peravên bakurê Fransayê, bi sedan koçberên ji neteweyên cuda ne û di nav wan de Kurd jî hene di şert û mercên dijwar de li benda derfetekê ne ku bi kelekên biçûk û metirsîdar xwe bigihînin Brîtanyayê.
Tevî ku rêwîtî bi mirinê tije ye, ew dibêjin ku "jiyana li kampan jî dojeh e" û ji neçariyê berê xwe didin deryayê.
"Jiyan li vir dojeh e"
Kurd, Ereb, Îranî, Efxanistanî û Pakistanî nasname cur bi cur in lê armanca hemûyan yek e û ew jî gihîştina Brîtanyayê ye.
Ew li benda arambûna pêlên deryayê disekînin da ku siwarî qeyikê bibin û di Kanala Îngilîz re derbas bibin.
Koçberê Îraqî Seed Hamid rewşa xwe wiha anî ziman:
"Jiyan li vir dojeh e. Zarok li vir in. Kurd, Ereb, Îraqî û hemû cîhan tê vir. Dixwazin jiyaneke wan a normal hebe. Welatên me wêran û kavil bûne.”
Rêwîtiya mirinê
Koçber di dema ku ew li benda rêwîtiyê ne, nûçeyên nexweş jî digihîjin wan.
Roja şemiyê, du jinên Somalî di heman rêya metirsîdar de xeniqîn.
Rayedarên Fransayê ragihand ku cenazeyê zilamekî din jî li çemekî nêzîkî bajarê Dunkirkê hatiye dîtin.
Serê sibeha şemiyê, nêzîkî 100 kes li peravên Neuchatel-Hardelotê siwarî belemeke xirab bûn.
Ji ber barê zêde, motorê belemê xera bû û ew ber bi peravê ve vegeriya.
Nêzîkî 60 kes hatin rizgarkirin, yên din jî bi hatina tîmên rizgarkirinê re reviyan.
Tevî van karesatan jî derbasbûna di Kanala Îngilîz re nesekiniye.
Îsal 32 hezar koçber gihiştine Brîtanyayê.
"Em nizanin çi bikin"
Koçberê Sûriyeyî Seyfedîn jî behsa rewşa dijwar a kampan kir û got:
"Jiyan li vir ne baş e, tu wekî mirov nan naxwî. Xelk neçar e pereyan peyda bike ji bo kirîna xwarinê.
Ji bo zêdeyî pênc hezar kesên di kampê de ne, tenê ji bo hezar kesî xwarin heye.
Du sê rojan carekê polîs tê û konan dibe. Xelk li ser kolanan bê betanî radizên. Rewş pir zehmet e."
Seyfedîn da zanîn ku ji ber vê bêhêvîtiyê, xelk ji xetereyan agahdar be jî ne girîng e û got:
“Ew tenê dixwazin biçin Brîtanyayê, ew der ji mana vê derê baştir e, ji ber ku tu li vir dimirî."
“Em çi bikin?"
Seed Hamid jî vê hesta bêçaretiyê wiha anî ziman:
“Em çi bikin? Ya rastî heman tişt e, eger tu li vir bimînî, tu dê bimirî û eger tu biçî Brîtanyaê jî tu dimirî.
Eger biçî nav deryayê, tu ne piştrastî ku bijî û dibe tu bimirî. Lê ne girîng e, em dê hewla xwe bidin û şansê xwe biceribînin."
Divê were gotin ku li gorî peymana dawî ya di navbera Brîtanya û Fransayê de, Brîtanya koçberên ku digihîjin welatê wê, ji nû ve deportî Fransayê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse