Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê ragihand ku artêşa wan bajarê Myrnohradê yê herêma Donetskê û bajarê Huliaipoleyê yê herêma Zaporizhiayê kontrol kirine.
Di daxuyaniya Kremlînê de hat diyarkirin ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin çûye serdana navenda birêvebiriyê ya Koma Leşkeriyê ya Hevpar.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku agahî li ser rewşa eniyê dane Putin û wiha hat gotin:
"Putin hat agahdarkirin ku bajarê Myrnohradê yê Komara Gel a Donetskê û bajarê Huliaipoleyê yê herêma Zaporizhiayê hatine rizgarkirin."
"Guh nedan me"
Putin di civîna bi rayedarên leşkerî re de spasiya leşkerên Rûs kir û got:
"Kontrolkirina Myrnohradê ji bo rizgarkirina temamî ya Komara Gel a Donetskê gaveke cidî ye.
Huliaipole jî duyemîn bajarê mezin ê herêma Zaporizhiayê ye.
Rizgarkirina vî bajarî derfetê dide ku yekîneyên me li Zaporizhiayê bi pêş ve biçin."
Putin îdia kir ku çavkaniya desthilata li Ukraynayê derbe ye û anî ziman ku ew bi birêvebiriya Kîevê re li ser mafê çarenivîsa kesên ku naxwazin di wê dewletê de bijîn axiviye.
Putin diyar kir ku birêvebiriya Kîevê ne sala 2014an û ne jî sala 2020î guh daye wan û anî ziman:
"Rayedarên Kîevê destpêkirina operasyonên leşkerî yên berfireh û şer hilbijart.
Em hewl didin vê bi dawî bikin. Eger wê demê guh bidana me, operasyon çênedibûn."
"Em dê bi çekan çareser bikin"
Putin destnîşan kir ku li Rojavayê jî hinek kes şîretan li Kîevê dikin ku şertên aştiyê qebûl bike lê birêvebiriya Kîevê lezê nake.
Serokê Rûsyayê gef xwarin û got:
"Eger birêvebiriya Kîevê nexwaze meseleyê bi rêyên aştiyane çareser bike, em dê hemû pirsgirêkên li pêşiya xwe bi bikaranîna çekan û bi operasyona leşkerî ya taybet çareser bikin."
Sererkanê Rûsyayê Valeriy Gerasîmov jî di civînê de axivî û da zanîn ku hêzên Rûsyayê li hemû eniyan bi pêş ve diçin.
Gerasîmov li ser rewşa dawî ev agahî dan:
"Li beşên başûrrojhilat û rojhilatê Krasnî Lîmanê şer didome.
Yekîneyên koma leşkerî ya başûr piştî kontrolkirina bajarê Severskê ber bi bajarê Slavyanskê ve diçin.
Kîrovo hat rizgarkirin. Li Konstantînovkayê şerê kolanan didome û nîvê bajêr di kontrola me de ye.
Yekîneyên koma leşkerî ya navendî leşkerên Ukraynayê yên di dorpêçê de têk birin û bajarê Myrnohradê rizgar kir."
Gerasîmov her wiha diyar kir ku li herêma Xarkivê niştecihê Novoplatonovkayê û li Zaporizhiayê jî bajarê Huliaipole û niştecihê Stepnogorskê kontrol kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse