Hewlêr (Rûdaw) - Li Kanadayê hejmartina dengan didome, li gorî encamên nefermî Partiya Lîberal a desthilatê di rêza yekem de ye û Partiya Muhafizekar jî di rêza duyem de ye.
Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney karî baweriyê bide dengderên Kanadayî ku ezmûna wî di rêvebirina qeyranên aborî de dikare bibe alîkar ku ew li hemberî Serokê Amerîkayê Donald Trump bisekine.
Partiya Lîberal bi bidestxistina ji sedî 43yan bû partiya yekem, ango dê kabîneya paşerojê ya hikûmeta Kanadayê pêk bîne lê di Meclisa Nûneran a xwedî 343 kursiyan de dê nebe xwedî piranî, belkî dê 144 kursiyên wê hebin.
Partiya Muhafizekar a opozisyonê ji sedî 41.7 bi dest xistiye, ango Pierre Poilievre, serokê muhafizekaran nikare bibe serokwezîr lê partiya wî bi 122 kursiyan dikare bibe opozisyoneke xurt di nav Meclisa Nûneran de.
Şerê bazirganiyê û bandora Trump
Donald Trump dijî Kanadayê dest bi şerê bazirganiyê kiriye û eşkere dike ku dê Kanadayê bike eyaleta 51ê ya Amerîkayê.
Mark Carney ku meha borî wekî serokwezîr cihê Justin Trudeau wegirt bi tundî dijî Donald Trump sekinî. Serokwezîrê Kanadayê li Kanada û Brîtanyayê wekî parêzgarê Banka Navendî kar kiriye. Bi vê jî karî baweriya dengderan bidestxe li ser wê yekê ku ezmûna wî ya darayî ew amade kiriye ku di şerê bazirganî de serokatiya Kanadayê bike.
Mark Carney ku berî dest bi karê xwe yê li sektora hikûmetê ya Kanadayê bike veberhênerekî bankê bû, soz da welatiyên xwe ku têkiliyên bazirganiyê yên Kanadayê li gel welatên din firehtir bike da ku kêmtir girêdayî Amerîkayê bin.
Serokwezîr Kanadayê li hemberî gefên Trump wiha gotibû: "Donald Trump dixwaze me bişkîne da ku bikaribe bibe xwediyê me. Ew çavkaniyên me dixwazin, ew ava me dixwazin, ew axa me dixwazin, ew welatê me dixwazin. Lê ew nabin."
Kêfxweşiya alîgiran
Dema ku encamên destpêkê hatin ragihandin, dengê dilxweşiyê li qada Ottawayê bilind bû ku li wir alîgirên Partiya Lîberal ji bo temaşekirina encaman civiyabûn.
Dorothy Gobaltê 72 salî li ser hilbijartinan got, "Ez dilxweş im çimkî niha kesekî me dê hebe ku bikaribe bi Trump re biaxive. Trump zilamê bazirganiyê ye. Carney jî zilamê bazirganiyê ye, ez bawer dikim her du li hemberî hev in. Ew êdî ne parêzgarê bankê ye, ew Serokwezîrê Kanadayê ye û Kanada jî êdî ne eyaleta 51emîn e. Em em in. Em Kanada ne."
Encamên partiyên din
Encamên destpêkê yên nefermî yên hilbijartinan ji aliyê dezgeha fermî ya weşanê ya Kanadayê CBC ve hatine parvekirin.
Partiya Liberal a Mark Carney serokatiya wê dike bi rêjeya ji sedî 48,1 dengan di rêza yekem de ye. Partiya Muhafizekar a Pierre Poilievre serokatiya wê dike bi dengê ji sedî 42 di rêza duyem û Partiya Bloka Quebecê jî bi dengê ji sedî 7 di rêza sêyem de ye.
Li gorî rapirsiyên dawî tê payîn ku Serokê Partiya Liberal Markc Carney ku wekî namzetê herî xurt tê dîtin dê ji sindoqan bi serkeftî derkeve û li şûna Justin Trudeau bibe serokwezîrê nû yê Kanadayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse